Peyama malbatên şehîdan ji bo PDK`ê: Em ê rê li ber xiyaneta we bigirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê ya kantona Cizîrê êrişên çekdarên Zêrevanî yên PDK`ê yên li dijî HPG`ê şermezar kirin û got li hember xiyanetê dê hevgirtî bin.

Peyama malbatên şehîdan ji bo PDK`ê: Em ê rê li ber xiyaneta we bigirin
Peyama malbatên şehîdan ji bo PDK`ê: Em ê rê li ber xiyaneta we bigirin
25 ÇILE, 2024   13:55
QAMIŞLO

Li hember êrişên çedkarên Zêrevanî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) duh li dijî Hêzên Parastina Gel (HPG) li nêzî parêzgeha Amediyê ku di encamê de 2 gerîla birîndar bûn, şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûn nîşan da.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê ya kantona Cizîrê daxuyaniyek da. Nûnerên saziyên navçeyê tev Ii xwendina daxuyaniyê bûn ku li pêşiya avahiya meclisê ya li bajarokê Rimêlan li dar ketiye. Hevserokê meclisê Mihemed Cemîl û endama Meclisa Navçeya Girkê Legê Xebat Cûdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku PDK`ê ev ne cara yekê ye ji bo berjewendiyên xwe xiyanetê li gelê xwe dike, bi piştgiriya dijminên gelê Kurd dike û rê li pêşiya dewleta Tirk a dagirker vedike da ku bigihêje Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em vê xiyaneta PDK`ê ji bîr nakin. Em nahêlin ew ji vê bêtir xiyanetê bike. Gelê herêmê dê bi hêzên xwe re hevgirtî be ji bo ku rê li pêşiya xiyanetê bigire."

Di daxuyaniyê de siyaseta PDK`ê hate şermezarkirin û bang li PDK`ê hate kirin ku dev ji siyasetên xwe yên dijminane yên li dijî gel û gerîla berde.

(şx)

ANHA