Amadekariyên Mîhrîcana Zarokan: 35 kom tevlî dibin

Amadekariyên lidarxistina Mîhrîcana Zarokan a 11`emîn li bajarokê Rimêlan didome. Mîhrîcan 1`ê Îlonê, li ser asta herêma Cizîrê bi tevlîbûna 35 komên hunerî yên taybet bi zarokan, li Navenda Çand û Huner a Aram Tîgran tê lidarixstin.

Amadekariyên Mîhrîcana Zarokan: 35 kom tevlî dibin
27 tebax, 2026   07:50
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn bi hevkariya Tevgera Çand û Huner a Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND), yekê Îlonê ku dibe Roja Aştiyê ya Cîhanê dest bi çalakiyên Mîhrîcana Zarokan a 11`emîn dike.

35 komên hunerî beşdarî mîhrîcanê dibin, bernameya mîhrîcanê ji çalakiyên cur be cur pêk tê, di nav bernameyê de şano, stran û dîlana floklorî, pêşandan tabloyên şêwekariyê hene.

Mîhrîcan 3 rojan didome (1-3 Îlon) û li ser asta herêma Cizîrê li Navenda Çand û Huner a Aram Tîgran ya li bajarokê Rimêlan ê girêdayî bajarê Girkê Legê tê lidarxistin. Li gorî bernameyê wê rojane 11-12 komên hunerî derkevin ser dike.

Endama Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê Bêrîvan Botan ji ANHA`yê re da zanîn ku li hemû navendên çand û huner ên li bajaran amadekarî û perwerdeya zarokan didome.

Bêrîvan destnîşan kir ku hemû kom di nirxandin û şopandinê re derbas bûn, li gorî encamê vê yek beşdariya koman hat qebûlkirin.

Ji bo armanca mîhrîcanê Bêrîvan diyar kir ku perwerdeyên wan ên ji bo zarokan nêzî çand û hunera wan bikin, didomin û wiha got: “Em dixwazin behreyên zarokan pêşbixin û wan nêzî çanda wan bikin.”

Mîhrîcana Zarokan a 10`emîn di 7`ê Îlonê sala 2025`an bi beşdariya 22 komên hunerî li bajarê Hesekê hate lidarxistin û 2 rojan dewam kir.

(sb)

ANHA