Li Derayê ciwanek hat kuştin

Li Derayê ciwanek ku berî çend saetan hatibû revandin, kuştî hate dîtin.

Li Derayê ciwanek hat kuştin
16 mijdar, 2024   15:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Cenazeyê ciwanekî ku bi çekan hatibû qetilkirin, lê nêzî Zanîngeha Yermûk a li ser rêya Şam-Derayê hate dîtin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ciwanê kuştî ji bajarê Casim ê li bakurê Derayê ye û duh ji aliyê kesên nenas ve li ser rêya Mizêriya ya li rojavayê taxa Elya ya bajarê Casimê hatibû revandin.

Li gorî daneyên SOHRˈê, ji destpêka îsal ve 331 bûyerên tevliheviyê li Derayê çêbûne û di encamê de 295 kes hatin kuştin.

(bb)