Pentagon: Di şerê li dijî Îranê zêdetirî 47 milyar dolar hatiye xerckirin

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di şerê li dijî Îranê zêdetirî 47 milyar dolar xerc kiriye. Her wiha berî hilbijartinan zexta siyasî û aborî li ser Trump û komarparêzan zêde bûye.

Pentagon: Di şerê li dijî Îranê zêdetirî 47 milyar dolar hatiye xerckirin
28 cotmeh, 2026   09:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên Wezareta Parastina DYA`yê (Pentagon) û texmînên tîrmeha borî ji sedî 25 wan di şerê li dijî Îranê zêdetir xerc kiriye û 47 milyar dolar derbas kiriye. Her wiha berî hilbijartinên DYA`yê di aliyê siyasî û aborî de zext li ser Serokê DYA`yê Donald Trump û partiya komarparêzan heye.

Di raporeke Pentagon de hatiye gotin zêdetirî 29 milyar dolar dê ji bo guhertina cebilxaneya di şer de hatiye bikaranîn û 6 milyar dolar jî ji bo guhertina balafirên şer û dronan bi kar bînin.

Di şerê li dijî Îranê de lêçûna leşkerî zextekî li ser komarparêzan çêdike û bandorê li ser bihayê enerjiya cîhanî dike.

Wezîrê Parastina DYA`yê Pete Hegseth di tîrmeha borî de lêçûna şer derdora 37.5 milyar dolar diyar kiribû, ev tê wayeta ku lêçûna şer dê bigihêje derdora 9.5 milyar dolar.

Di dema pêş de li gorî şer dibe ku lêçûna şerê DYA`yê li dijî Îranê hîn zêdetir bibe.

(np)

ANHA