Hevkariya ewlehiyê û têkoşîna li dijî tundrewiyê di medyaya Erebî de

Rojnameyên erebî bal kişandin ser pirsgirêkên ewlehî û siyasî yên li herêmê, ji girîngiya hevkariya Sûriyeyê-Urdunê, bandora hilbijartinên Îsraîlê li ser siberoja Rojhilata Navîn û heta rêbazên rûbirûbûna bi îdeolojiya tundrew û zêdekirina hişmendiya civakî.

Hevkariya ewlehiyê û têkoşîna li dijî tundrewiyê di medyaya Erebî de
28 cotmeh, 2026   09:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro mijarên hevkariya ewlehiyê di navbera Sûriyeyê û Urdunê, bandorên hilbijartinên Îsraîlê yên siberojê li ser herêmê û rêbazên rûbirûbûna bi îdeolojiya tundrew re nirixandin.

HEVKARIYA URDUN-SÛRIYEYÊ PIŞTÎ ÊRIŞÊN HEWAYÎ YÊN DAWÎ

Rojnameya El Ereb a li Londonê, di gotarekê de, diyar kir ku rageşiya dawî ya li ser sînorê Urdun-Sûriyeyê, piştî êrişên hewayî yên Urdunê û girtina demkî ya deriyê sînor ê Nesîb, lawaziya hevrêzkirina ewlehiyê di navbera her du welatan de eşkere kir.

Rojameyê da zanîn ku rûbirûbûna terorîzm û qaçaxçîtiyê hevkariya saziyî hewce dike ku ewlehiya her du aliyan biparêze, rêzê li serweriyê bigire û bandorên nakokiyan li ser sivîlan û bazirganiyê sînordar bike.

HILBIJARTINÊN ÎSRAÎLÊ BI TENA SERÊ XWE QONAXA DIN A HERÊMÊ DIYAR NAKIN

Rojnameya Lubnanî  El Nahar, di gotarekê de, bal kişand ser hilbijartinên Îsraîlê yên siberojê û destnîşan kir ku ew bi tena serê xwe dê têrê nekin ku rêça qonaxa siyasî û ewlehiyê li Rojhilata Navîn diyar bikin. Ji ber veguherînên ku piştî êrişa 7ê Cotmehê û şerên li pey hev ên li herêmê, ku rastiyek nû li ser Îsraîl û welatên derdorê ferz kirine.

Gotarê her wiha diyar kir ku veguherîn ne tenê bi Îsraîlê ve sînordar in, lê di heman demê de aliyên ku di pevçûnê de bi wê re ne jî vedihewîne.

Rojanemyê da zanîn ku Lubnan dê bi ceribandina bicihanîna sozên xwe yên di derbarê mijara çekan de re rû bi rû bimîne, di heman demê de Hizbullah hişyarî dide ku seferberiya zêde ya Îsraîlê ya li dijî wê kêm neyê nirxandin, ji ber amadekarî û zextên ku dikarin qonaxa din hîn xeternaktir bikin.

RÛBIRÛBÛNA TUNDREWIYÊ BI HILWEŞANDINA RAMANÊ WÊ Û HIŞYARKIRINA NIFŞÊN SIBEROJÊ DEST PÊ DIKE

Rojnameya El Xelîc a Îmaratê behsa pêwîstiya parastina nifşên siberojê ji îdeolojiya tundrew kir, ku ev yek hilweşandina bingehên ramyarî yên ku komên tundrew li ser wan disekinin hewce dike. Her wiha bal kişand ser girîngiya xurtkirina rola malbat, dibistan û zanîngehan di çandina nirxên lihevhatin, jiyana hevbeş û rêzgirtina ji bo yên din de, ligel avakirina hişmendiyek olî û civakî ya ku dikare li dijî teşwîqkirin û nefretê derkeve.

Rojnameyê banga pêşxistina rola saziyên perwerdehî û lêkolînê, avakirina navendeke taybetî ji bo amadekirina lêkolîn û bernameyên akademîk, hişyarkirina malbatan û berfirehkirina diyalogê bi ciwanan re kir.

Ev yek, li gorî rojameyê, dê bibe alîkar ku nifşên ku dikarin di navbera têgihîştina olî ya nerm û şîroveyên tundrew de cûdahiyê bikin û nirxên hemwelatîbûn û jiyana hevbeş a aştiyane xurt bikin.

(k)

ANHA