`Bi pêkanîna fikrên Ocalan tevlihevî û şerên li cîhanê kêm dibin`

Sekretêrê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirê Ehmed Şaban got, eger ramanên Rêber Abdullah Ocalan werin pêkanîn dê tevliheviya cîhanî, şer û nakokiyên siyasî û civakî kêm bibin. Her wiha anî ziman ku divê çalakî werin xurtkirin da ku zexteke navneteweyî ya mezin çêbibe.

`Bi pêkanîna fikrên Ocalan tevlihevî û şerên li cîhanê kêm dibin`
13 mijdar, 2023   02:39
NAVENDA NÛÇEYAN
EHMED SEMÎR

Sekretêrê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirê Ehmed Behaedîn Şaban bandora pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd ku li zêdeyî 100 navendan li seranserî cîhanê belav bûye, nirxand.

Şaban yek ji beşdarên pêngava cîhanî ya ku 10′ê Cotmeha borî dest pê kiriye, pêngav bi nirx, erênî û girîng nirxand û got: "Pêngav di dema xwe de hat ragihandin, ji ber ku li dijî heval Abdullah Ocalan zehmetî hene, mafên wî yên bingehîn ji aliyê dewleta Tirk a faşîst a serdest ve tên binpêkirin.  Ji ber van binpêkirinan pêwîstî bi tevgereke piştevaniyê ya cîhanê heye."

Şaban anî ziman ku ′′bêyî pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê çareserkirina pirsgirêka Kurd pir dereng bikeve û dê rêgeh girêktir bibe, dibe ku dema nêzîk de pêk neyê, di encamê de dê rewşa Kurdistana Tirkiyeyê aloztir bibe, pirsgirêka Kurd girêktir bibe, astengiyên li pêşberî herêmê zêdetir bibin û siberoja aştiya wê bixe metirsiyê.′′

′DIVÊ ABDULLAH OCALAN BIBE SEMBOLA TÊKOŞÎNÊ′

Şaban bal kişand ser girîngiya pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan û wiha axaftina xwe domand: "Divê Abdullah Ocalan mîna Nelson Mandela yê bûye sembola têkoşîna gel li Afrîkaya Başûr û tevahî afrîkiyan, veguhere sembola têkoşînê. Tê bîra min di pêvajoya Abartayîd ê ku Afrîkaya Başûr bi rêve dibir de, azadiya welatiyên afrîkî li wî welatê girîng hatibû astengkirin, di wê demê dirûşma azadiyê ya Nelson Madela li ser tevahî zimana bû. Zextên têkoşînê yên li seranserî cîhanê hatin kirin karîbûn bandorê li avakarên biryarê bikin û pergala Abartayîd hilweşîne û azadiya gelê Afrîkaya Başûr mîsoger bibe.′′

Şaban her wiha got: ′′Nabe heval Abdullah Ocalan were paşguhkirin, gelê Kurd li derdora vî sembola neteweyî û têkoşîna mezin kom bûye, êdî tevahî cîhan xwedî lê derketiye, nîşaneya herî mezin a vê yekê çalakiyên li zêdetirî 100 navendên li seranserî cîhanê ne ku  komên çalakvan û kesên pê bawer beşdar bûne."

BANDORA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER ABDULLAH OCALAN

Şaban destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û vegera wî li rêvebirina gelê Kurdistanê dê lez bide çareserkirina pirsgirêkê û got: "Çareseriyên siyasî yên erênî hene ku dikarin rîskên heyî yên li ser vê pirsgirêkê kêm bikin. Bi nêrîna min, erka dikeve ser milê me hemûyan ew e ji bo azadiya heval Abdullah Ocalan bixebitin. Her çiqasî pêkanîna azadiya wî were derengxistin, çareserkirina pirsgirêka Kurd dereng dikeve û bandoreke neyinî li berjewendiyên vî gelî dike. Bi nêrîna min ev erk ji bo tevahî alîgirên azadiyê, pêşketinê û şoreşan bingehîn e. ′′

Li ser bandora çalakiyên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, Şaban ev nirxandin kir: "Çalakiyên vê dawiyê yên piştevaniya bi azadiya Abdullah Ocalan ku ji aliyê hêzên demokratîk ên rasteqîn ên li cîhanê ve têne kirin, gelekî girîng in. Piştevaniya cîhanî gelekî pêwîst e, ji ber ku mîna Tirkiyeya faşîst pir bi zextên navneteweyî ve bi bandor dibe, ji ber nikare bi dijminahî û binpêkirina azadiya mirovekî wisa ku tenê banga azadiya glelê xwe dike, li hemberî cîhanê rabe. Her çiqas me ev pergal tengav kir ewqas dema azadiya heval Abdullah Ocalan nêz dibe.”

Der barê rola Rêber Abdullah Ocalan di tunekirina tevliheviya li cîhanê, bidawîkirina şer û nakokiyan li Rojhilata Navîn de heke azad bibe Şaban got: “Bêguman perspektîfên heval Abdullah Ocalan, dikarin di piratîkê de pêk werin. Dikarin tevilheviya li cîhanê sivik bikin, şer bi dawî bikin, zirarên guhertina avhewayê kêm bikin, nakokiyên siyasî û civakî li cîhanê û Rojhilata Navîn bi dawî bikin.”

Şaban wiha domand: “Nêrînên wî, dikarin bibin xeteke nû ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku kêmnetewe û nijad pê re rû bi rû mane. Ev nakokiyên di navbera aliyan de di dawiyê de dibe sedema jihalxistina enerjiyê, karîgeriyan, têkoşîna gel a li herêmê ji rêya wê dûr dixe, pirengiya çandî û nijadî li welatê me ji destkefiyekê û nirxekî erênî diguherîne jêdera nakokî û jihalxistina enerjiyan.”

Her wiha Şaban diyar kir ku divê Rêber Abdullah Ocalan serbest were berdan, mîna bi milyonan mirovan li jiyana xwe ya xwezayî vegere. Bi aqilmandî û fikrên ku di salên dîlgirtinê de, gihaştiyê bijî. Ev fikr dê bi awayekî erênî bandor li çareserkirina gelek pirsgirêkên li herêmê bike û ji niha bileztir bigihêjin encamên erênî.”

Li gor Şaban çalakiyên niha li dar dikevin, têrê nakin, lê di heman demê de bi erênî, baş û bi bandor wesifand û got: “Ji bo ku şerê van pergalên faşîst ên ku ji zêdetirî 25 salan ve heval Ocalan dîl girtiye, bên aşkerakirin, pêwîstî bi lidarxistina çalakiyan zêdetir heye.”

Şaban bang kir ku hewldanên di vî warî de zêde bibin, beşdarên wê çalakiyên xwe duqat bikin û li erdnîgariyên berfirehtir li dar bixin û got: “Divê xwepêşandanên piştevaniya bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan re li seranserî cîhanê berdewam bikin. Divê bi tevahî aliyên xwedî bandor li ser astên qanûnî, çapemenî û siyasî yên cîhanê re peywendî hebin. Ji bo ku di dawiyê de zexteke mezin a navneteweyî çê bikin ku dikare bileztir azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bîne. Êdî ev azadî, ji tevahî azadîxwaz, aştîxwazên li cîhanê re bûye hêvî.”

(bb)

ANHA