Pêkhateyên Til Temir û Zirganê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir

Şêniyên Til Temir û Zirganê di meşekê de diyar kir ku dê heya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin.

Pêkhateyên Til Temir û Zirganê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Pêkhateyên Til Temir û Zirganê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Pêkhateyên Til Temir û Zirganê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Pêkhateyên Til Temir û Zirganê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Pêkhateyên Til Temir û Zirganê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
31 gulan, 2025   12:36
HESEKÊ

Pêkhateyên Kurd, Ereb, Asûr û Suryan ên bajarên Til Temir û Zirganê îro bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar xist.

Girseya gel ku li bajarê Til Temirê hat gel hev, ji pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê dest bi meşê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

Girse li Çerxerêya Qendîl sekinî û deqeyekê rêz girt. Hevseroka Şaredariya Gel a Til Temirê Cemîla Kalo li wir axivî û got: "Di serî de dewleta Tirk, hêzên hegemonîk ên cîhanê projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser wek xetereyekê li ser berjewendiyên xwe yên mêtingerî dîdit, ji ber vê yekê komplo li dijî wî pêk anî."

Cemîla Kalo da zanîn ku projeya Rêber Abdullah Ocalan projeya jiyana hevbeş a pêkhateyan e, lê hêzên serdest li dijî vê projeyê ne.

Cemîla Kalo di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe heya pêkanîna azadiya fîzîkî wî ya fîzîkî û avakirina jiyaneke birûmet soza domandina têkoşînê dide Rêber Abdullah Ocalan.”

Hevseroka Navenda Perwerdeyê ya Til Temirê Ayhan El Yûnis jî wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan ji ber ku banga demokasî û mafên gelan dike, 26 sal e di girtîgeha Îmraliyê de tê ragirtin, lê tevî pergala îşkence û qirkirinê dest ji berxwedanê bernedaye û ji rêgezên xwe nayê xwarê."

Ayhan El Yûnis bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin bila Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bikin.

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

(bb)

ANHA