‘Pêdiviya çapemeniya kurdî pê heye ku ji girêdana bi partiyan ve rizgar bibe’

Rojnamevan Hawkar Izet diyar kir ku çapemeniya kurdî pêdiviya xwe pê heye ku ji girêdana bi partiyan ve rizgar bibe û pirsgirêkên civakî bînin ser ziman.

‘Pêdiviya çapemeniya kurdî pê heye ku ji girêdana bi partiyan ve rizgar bibe’
23 nîsan, 2026   05:50
NAVENDA NÛÇEYAN
MIHEMED EBDO

Bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî, rojnamevan Hawkar Izet ê ji Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re axivî.

Hawkar Izet got rojnamegeriya kurdî hîna di rêvebirin û weşanê de ne azad e û wiha got: “Çapemenî di van salên dawiyê de ji rêya xwe ya rast derketiye. Diviyabû çapemenî balê bikişîne ser pirsgirêkên civakî yên çandî û civakî, ne di quncikên siyasî de sînordar bimîne û bikevê ber xizmeta partiyan. Hinek dezgehên çapemeniyê yên ji derve destekeke mezin digirin, êdî roleke neyînî ku rastiya welatiyan nîşan nade, dilîzin. Ji ber vê yekê baweriya Kurdan bi çapemeniyê nemaye. Dema ku partî ji aliyê siyasî, leşkerî û di hilbijartinan de têk diçin, li ser çapemeniyê têkçûyîna xwe rave dikin. Ev tê wateya ku ew hêz lawaz ketine."

Izet zimanê provokasyonê yê hinek dezgehên çapemeniyê rexne kir û got: "Ev ziman ne tenê civakê dixapîne, têkiliyên civakî ji hev belav dike û têkiliyên malbatî dirûxîne. Zimanê çapemeniyê divê ne wisa be û baştir be.”

Hawkar Izet bang li dezgehên çapemeniyê yên Kurdan kir ku bibin çapemeniya neteweyî, berjewendiyên giştî yên gel di ser berjewendiyên partiyan re bigirin û wiha got: “Li gorî tecrubeya dezgehên çapemeniyê yên dîtir, zimanê çapemeniya kurdî ne wekî hev e. Mînak zimanê çapemeniya erebî ji bo pirsgirêkên mîna Xezayê yek ziman e, lê di çapemeniya kurdî de tiştekî wisa nîn e. Dema ku xelkê me yê Rojava zehmetiyê dibîne, divê çapemeniya Başûr û ya parçeyên dîtir bi yekdengî van zehmetiyên bîne ser ziman. Ji bo dozên neteweyî divê sînorên erdnîgarî li pêşiya me nebin asteng û bi yekzimanî em pirsgirêkên xwe ragihînin. Dûrî partîzanî divê doza gelê Kurd ji bo hemû rojnamevan û çapemeniya azad, dozeke sereke be û bibe lêveger.”

(np)

ANHA