Ji bo vegera ewle ya koçberên gundên Til Temir û Zirganê lijne hatin avakirin

Di demekê de ku vegera koçberên Serêkaniyê tê nîqaşkirin, meclisên gel ên Til Temir û Zirganê 2 lijne ava kirine. Ev lijne dê asta valabûn, hilweşîn û mayînkirina gundên Til Temir û Zirganê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, lêkolîn bikin.

Ji bo vegera ewle ya koçberên gundên Til Temir û Zirganê lijne hatin avakirin
23 nîsan, 2026   06:45
QAMIŞLO

9’ê Cotmeha 2019’an dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê kir. Serêkaniyê, Girê Spî û gundewarên wê dagir kirin. Di dema êrişên dagirkeriyê de gelek gundên navçeyên Zirgan û Til Temir jî hatin dagirkirin. Gundên her du navçeyan di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û dewleta Tirk-çeteyên wê de bûn sînor. Dewleta Tirk û çeteyên wê heta sala 2025’an jî bê navber gundên Zirgan û Til Temirê topbaran û bombebaran kirin. 

Ji ber êrişan gelek gund vala bûn, dewleta Tirk baregehên xwe li gundan çêkirin, mayîn çandin, çeteyên wê malên gel talan kirin. Ji ber van êrişan jî bi hezaran kes ji warê xwe koçber bûn û heta niha gel ji ber hilweşîna malên wan û mayînan nikare vegere malên xwe.  

Li gorî agahiyên me ji Meclisa Gel a Til Temirê wergirtine, li Til Temirê gundên Um Mişêfa, El Menax, El Feyseliye, Erîheniya, Qasimiyet Simêla, Qasimiyet Hec Hesen, Reşîdiye, Elkenbehir, Elderbo, Elsîbatiye, Hiwêca, Ebdulselam Şerqî, Elbulselam Xerbî, Xerbet El Dibis, El Eziziye, Dawûdiya, El Salihiye, El- Wehle, El Cemiliye, El Heso, Xerbet Xedîr bi temamî vala bûne. Ev gund wêran bûne, li gelek gundan jî mayîn hatine çandin.

Gundên Kinêhir, El Hecac, Mehmudiye, Xerbet Qiraç, Sêbatiye, Erîşe Kebîre, Erîşe El Xabûr, Erîşa Xerbî û Erîşa Şerqî bi qismî şênî tê de mane, lê li van gundan jî wêraniyeke mezin heye.

Li gorî agahiyên Meclisa Gel a Zirganê dane, li herêma Zirganê jî bi giştî 82 gund hene. Ji wan 55 gund li hêla QSD’ê mane û 27 gund jî hatine dagirkirin. Ji ber êrişan 9 gundên li aliyê QSD’ê bi temamî vala bûne û avahiyên wê hilweşiyane. Li aliyê ku hatiye dagirkirin jî bi giştî 10 gund vala bûne. Li gelek gundan jî baregehên leşkerî yên dewleta Tirk hene.

Meclisan diyar kir ku hîna bi temamî têkildarî hûrgiliyên li ser rewşa wêranî, valabûn û gundên hatine mayînkirin agahiyek li gel wan jî tune ye.

(bî)

ANHA