‘Paşguhkirina mafên jinên Sûriyeyê dikare şoreşeke nû bide destpêkirin’

Rêvebira rêxistina ‘Ji bo Femînîzmê’ Sehba Firêc diyar kir ku divê mafên jinan bi zelalî di destûra nû ya Sûriyeyê de cih bigirin, her wiha nûnertiya dadperwer û beşdariya wan a bibandor di saziyên dewletê de were misogerkirin.

‘Paşguhkirina mafên jinên Sûriyeyê dikare şoreşeke nû bide destpêkirin’
6 nîsan, 2026   06:45
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Daxwazên derdorên civakî û jinan ên ji bo cihgirtina zelal a mafên jinan di destûra siberojê ya Sûriyeyê de zêde dibin.

Der barê rêxistina ‘Ji bo Femînîzmê’ a Reqayê de Sehba Firêc got: "Wekî beşa herî girîng û çalak a civaka Sûriyeyê, divê hemû mafên jinan werin parastin, tevî nûnertiya dadperwer û derfetên rastîn ji bo bidestxistina karekî ku li gorî ezmûn û şiyanên wan ên pratîk û ramyarî be.”

Sehba Firêc wiha pê de çû: “Divê hevkariyek rastîn di biryardanê de û gihîştina erkdariyên rêvebirinê, heta erkdariyên fermî, li gorî jêhatîbûn û hêza jinan hebe, bi taybet ji ber ku wan di 15 salên borî de tevî paşguhkirin û dûrxistinê hebûna xwe îspat kirine."

Sehbayê bal kişand ser girîngiya hebûna destûreke zelal, û got, "Divê destûr bi giştî mafên mirovan biparêze, û divê bendên zelal hebin ku mafên jinan ji hemû beşên civakê, bi nûnertiya rastîn, û bêyî dûrxistin an paşguhkirina ti pêkhateyek civaka Sûriyeyê garantî bikin."

Sehbayê diyar kir ku divê dadweriyek bi rastî serbixwe û bê gendelî hebe da ku bicîhanîna destûrê û bendên wê misoger bike, bi vî rengî nûnertiya dadperwer ji bo hemû jinan ji hemû paşxane û olan garantî bike.

‘DIVÊ DADPERWERIYA VEGUHÊZ PÊK WERE’

Sehba Firêc girîngiya pêkanîna dadperweriya veguhêz anî ziman û got: “Xala herî girîng hesabpirsîn e. Divê hemû kesên ku di dema şer de binpêkirin kirine, werin hesabpirsîn, her wiha were misogerkirin ku careke din ev binpêkrin dubare nebin.”

‘DIVÊ DAXWAZÊN JINAN NEYÊN PAŞGUHKIRIN’

Di dawiyê de Sehba Rirêc der barê bandorên paşguhkirina mafên jinan di destûra nû ya welêt de hişyarî da û got: “Ji bo ku dengê jinan neyê paşguhkirin, pêdivî kotayên zelal ji bo nûnertiyan wan werin misogerkirin, derfetên kar ên zelal were peydakirin, û çavdêriya navneteweyî di qonaxa veguhêz werek pêkanîn. Nebûna garantiyên zelal ji bo mafên jinan di destûrê de dikare bibe sedema şoreşek nû."

(k)

ANHA