Dosyaya Kurdên sûriyeyî yên ku revandine Tirkiyeyê dîsa kete rojevê

Piştî ku 4 kes li Serêkaniyê hatin revandin û radestî dewleta Tirk hatin kirin, mijara Kurdên sûriyeyî yên ku hatine revandin û radestî dewleta Tirk hatine kirin, ji nû ve kete rojevê. 121 kes di sala 2019`an de li bajarê Serêkaniyê hatibûn girtin û veguhastibûn Tirkiyeyê. Ev kes paşê li derveyî axa Sûriyeyê hatin darizandin ku ev yek binpêkirina qanûnên navneteweyî ye.

Dosyaya Kurdên sûriyeyî yên ku revandine Tirkiyeyê dîsa kete rojevê
6 nîsan, 2026   07:40
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Piştî revandina 4 ciwanên Kurd li Serêkaniyê û di 4’ê Nîsanê de veguhastina wan bo Tirkiyeyê, pirsgirêka Kurdên sûriyeyê yên ku ji aliyê artêşa dewleta Tirk ve li Serêkaniyê hatine girtin, ji nû ve kete rojevê û pirsên li ser aqûbeta wan derxistine holê.

Li gorî çalakvanên mafên mirovan, ji dema ku dewleta Tirk û çeteyên wê Serêkaniyê di dawiya sala 2019`an de dagir kiriye, şêniyên herêmê rastî binpêkirinan tên, wekî revandin, windakirin û îşkenceyê.

Li gorî belgeyên Komeleya Mafên Mirovan a Ta'azurê, di salên dawîn de 890 kes hatine revandin, di nav wan de 92 jin û 56 zarok hene û 346 kes hîn jî winda ne. Komeleyê her wiha 766 bûyerên îşkenceyê belge kirine ku di encamê de 7 kes mirine.

Her wiha 121 kesên revandî, birine Tirkiyeyê ku li wir 62 ji wan cezayên zindanê yên ji 13 salan heta muebbetê lê hatine birîn.

Der barê vê dosyayê de, Komeleya Mafên Mirovan a Ta'azur, her wiha çalakvanên din ên mafên mirovan bi rêya ajansa me, daxwaza vegerandina hemû revandiyan bo Sûriyeyê û darizandina wan li gorî qanûnên Sûriyeyê û normên navneteweyî kir ku mafên wan ên qanûnî û nemaze mafê parastinê û darizandineke adil were parastin û were misogerkirin ku ew rastî îşkenceyê yan windakirina bi zorê neyên.

Di 4’ê Nîsanê de, ajansa me ragihandibû ku malbateke koçber ji bajarê Serêkaniyê diyar kiriye ku çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên li Serêkaniyê, kurê wan Cuma Ehmed El Izo li gel 3 kesên din li gundewarê Serêkaniyê revandin.

Rêxistinên mafên mirovan diyar dikin ku veguhastina sûriyeyiyên revandî û darizandina wan li dadgehên Tirkiyeyê ne qanûnî ye û binpêkirina serweriya Sûriyeyê û prensîbên dadweriyê ye. Her wiha mafên wan ê darizandineke adil li welatê wan, binpê dike.

(k)

ANHA