Qerqaş: Îmarat wê tev li her hewlek vekirina Tengava Hurmuzê bibe

Şêwirmendê Serokê Îmaratê Enwer Qerqaş diyar kir ku welatê wî wê tev li her hewleke navneteweyî ya bi serkêşiya DYAˊyê ya ji bo vekirina Tengava Hurmuzê bibe.

Qerqaş: Îmarat wê tev li her hewlek vekirina Tengava Hurmuzê bibe
5 nîsan, 2026   20:31
NAVENDAN NÛÇEYAN

Şêwirmendê Serokê Îmaratê Enwer Qerqaş hişyarî da ku, di demekê de Tehran êrişên asîmanî li dijî cîranên xwe ji bo bersivdana êrişên Îsraîlî-Amerîkayî pêk tîne, wê serweriya Îsraîlê li Kendavê ji ber stratejiya Îranê li herêmê zêde bibe.

Enwer Qerqaş di daxuyaniya xwe de li gel dezgehên ragihandinê got, "Stratejiya Îranê wê rola Amerîkayê xurt bike, ne kêm bike. Wê serweriya Îsraîlê li Kendavê zêde bibe na paş de bikişe."

Qerqaş diyar kir ku dê Îmarat tev li her hewleke navneteweyî ya bi serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) a ji bo ewlekirina deryayî li Tengava Hurmuzê bibe.

(ac/fr)

ANHA