Malbatên ‘Peşmergeyên Roj!’: Wan çekan deynin - 2

Malbatên endamên ‘Peşmergeyên Roj!’ yên bi navê Sabrî Taha Sabrî, Faris Silêman Silê, Xelîl Xalid û Hesen Îsmaîl bang li wan kirin ku çeka dijmin deynin û tevlî parastina xaka xwe bibin, nexwe ew ê wan bi her awayî red bikin.

Malbatên ‘Peşmergeyên Roj!’: Wan çekan deynin - 2
29 gulan, 2024   07:35
QAMIŞLO

Sabrî Taha Sabrî (47) di sala 2012`an de ji Rojavayê Kurdistanê koçî Başûrê Kurdistanê kiriye û ev 6 salin di nav ‘Peşmergeyên Roj!’ de ye.

Birayê Sabrî Taha, Welid Taha Sabrî (45) destnîşan kir ku ji roja birayê wî tevlî Peşmergeyên Roj bûye heta niha pê re neaxiviye. Welîd Taha Sabrî helwesta hemberî birayê xwe bi van gotinan anî ziman: “Roja ku tevlî Peşmergeyên Roj bû min jê re got `Dest jê berde.` Lê wî got `ez nikarim.` Pişt re min hemû tekiliyên xwe pê re qût kirin.”

Welid Taha Sabrî diyar kir ku ew dixwaze birayê wî ji nav vê komê derkeve û ev bang li wî û endamên vê komê kir: “Hemû hemwelatiyên ji Rojava bila vegerin. Banga min ji birayê min re ew e ku wan cilan ji xwe bike, vegere warê xwe, şerê birakûjiyê neke. Em vê qebûl nakin.”

`HÎN HÛN DI NIVÊ RÊ DE NE ÇEKÊ DEYNIN `

Birayê Faris Silêman Silê (43) yê bi navê Îbrahîm Silêman Silê (44) di sala 2012`an de ji Rojavayê Kurdistanê koçî Başûrê Kurdistanê bûye û 11 salin di nav Peşmergeyên Roj de ye.

Faris Silêman, diyar kir dema ku wan bihîstine birayê wî tevlî Peşmergeyên Roj bûye, li dijî wî derketine û nerazîbûna xwe wiha nîşan daye: “Min jê re got `Ger tu dixwaze welatê xwe biparêzî were tevlî QSD`ê bibe.` Peşmergeyên Roj bi dijmin re dixebitin. Dijminê me wan li dijî gerîla dide pêş ku şerê birakûjî çêbibe. Em vê qebûl nakin, gerîla birayên me ne. Min gelek caran jê re got, `Wê çekê deyne û vegere welatê xwe biparêze. Mirovê ku bi kêrî welatê xwe neyê bi kêrî tiştekî naye.` Birayê min ji min re got, `Ez ji ber rewşa aborî di nav peşmergeyên Roj de me.` Min got, `Vegere li vir rewşa aborî baştir e tu dikarî li vir kar bikî, ji nav peşmergeyan derbikeve ku tu nekeve rûye birayê xwe de.` Lê wî qebûl nekir û min jî ew red kir. Min jê re got, `Em te nas nakin, sibe tiştek bi te were em cenazeyê te nayînin vir. Em ne li te û ne jî yên wekî te xwedî dernakevin`.”

Faris Silêman Silê careke din bang li birayê xwe kir ku çeka vê komê deyne û got: “Hîn hûn nîvê rêde ne wê çeka dijmin deynin, çi pêwîst be em ê bikin. Heger tu neyê em ê xwe ji te qût bikin. Wê demê çi bi serê te were xwedî li te dernakevin.”  

`NEHELIN DIJMIN HENEKÊ XWE LI WE BIKE`

Biraziyên Mihemed Elî (64) yên bi navê Xelîl Xalid (35 û Hesen Îsmaîl (25) jî di sala 2012`an de ji bo neçin leşkertiya hikûmeta Şamê, ji Rojavayê Kurdistanê koçî Başûrê Kurdistanê bûne. Xelîl Xalid 8 sal, Hesen Îsmaîl jî 6 salin di nav Peşmergeyên Roj de ne.

Mihemed Elî bang li biraziyên xwe kir ku ji nav Peşmergeyên Roj derbikevin û wiha axivî: “Em hêvî dikin ku çi Kurd hebin berê çekên xwe nedin Kurdan. Bila bi ya dijmin nekin. Li ber çavê cîhanê DAIŞ êriş kir. Li hemberî van êrişan yên ku em parastine gerîla û ciwanên Kurd bûn. Ne ji wan buya, wê blokên xaniyên me jî nebana. Divê Kurd berê xwe bidin dijmin, berê xwe nedin Kurdan. Li hemberî gerîla çek rakirin ne tenê xiyanete, sûc e.  Divê destê hev bigirin û welat ava bikin. Biraziyên min; hêviya min ew e ku hûn nehelin dijmin henekê xwe li we bike.” 

ANHA