Partiya Sûriyeya Pêşerojê: Kongreya Diyaloga Nîştimanî aliyên çalak dûr xistine

Partiya Sûriyeya Pêşerojê destnîşan kir "Kongreya Diyaloga Nîştimanî ya Sûriyeyê” ku îro tê lidarxistin, gelek aliyên çalak ên Sûriyeyê li derve hiştin. Her wiha diyar kir ku diyalogeke nîştimanî ya rasteqîn, li ser bingehên zelalî, pêbawerî û beşdariya rast û berfireh, ew ê bibe rêya pêkanîna dadmendî û lihevhatina li Sûriyeyê.

Partiya Sûriyeya Pêşerojê: Kongreya Diyaloga Nîştimanî aliyên çalak dûr xistine
25 sibat, 2025   13:48
REQA

Partiya Sûriyeya Pêşerojê îro bi daxuyaniyekê siyaseta dûrxistin û paşguhkirinê ya "Kongreya Diyaloga Nîştimanî ya Sûriyeyê" şermezar kir.

Daxuyanî li ber avahiya Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya li kantona Reqayê ji aliyê hevserokê partiyê Ebid Hamid El Mihbaş ve, bi amadebûna endamên Desteya Giştî hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Di demekê de ku gelê Sûriyeyê di qonaxeke krîtîk a dîrokî de ye û dixwaze pêşerojeke baştir a li ser bingeha dadmendî, wekhevî û aştiyê ava bike, piştî rûxandina rejîma berê ya Sûriyeyê, mixabin em dibînin ku rêbaz û şêwaza lidarxistina Kongreya Diyaloga Nîştimanî ya Sûriyeyê ji aliyê komîteya erkdarkirî ve, nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê nake.

Em dibînin ku hevkariyeke rasteqîne tune ye, ji ber ku gelek aliyên çalak ku nûneratiya beşên berfireh ên civaka Sûriyeyê dikin, bi taybetî jî partî û tevgerên siyasî hatine dûrxistin. Her wiha komîteya amadekar mekanîzmayeke zelal û aşkera ji bo dan û standina bi welatiyan re an jî berçavgirtina nêrîn û pêşniyarên wan peyda nekiriye. Ev reftar, ji bo pêvajoya biryardayînê û avakirina siberoja Sûriyeyê, fikaran zêde dike û dengê gelê Sûriyeyê paşguh dike.

Partiya Sûriyeya Pêşerojê tekezî li ser pêwîstiya vexwendina hemû aliyên siyasî û nûneratî ji pêkhateyên Sûriyê, çi siyasî, çi civakî û çi çandî, dike, ji bo misogerkirina nûneratiya rasteqîn a ku rastiya Sûriyeyê di Kongreya Diyaloga Nîştîmanî de nîşan dide. Her wiha  tekez dike û divê bawerî û zelalî hebe û bi çi hêncetan ti aliyekî Sûriyê neyên dûrxistin.

Partiya Sûriyeya Pêşerojê di wê baweriyê de ye ku diyalogeke nîştimanî ya rasteqîn, li ser bingehên zelalî, pêbawerî, beşdariya rast û berfireh, ew ê bibe rêya pêkanîna dadmendî û lihevhatinê li Sûriyeyê.

Ji ber vê yekê em dixwazin xebateke rasteqîn ji bo lidarxistina kongreyeke berfireh were kirin, ku hemû beşên gelê Sûriyê tê de amade bibin û bibe alîkar ji bo avakirina siberoja Sûriyeyê. Me ev tişt di kongreya ku îro li Şamê tê lidarxistin de nedît. Sûryeyê ya hemû gelê Sûriyê ye bê dûrxistin û paşguhkirin.”

(k)