Li Efganistanê 13 jin hatin qetilkirin

Di mehekê de li bajarên cuda 11 jin hatin qetilkirin, jinek û zarokek jî di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dan. Piraniya sûcdaran endamên Talîban in.

Li Efganistanê 13 jin hatin qetilkirin
25 sibat, 2025   13:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku Talîbanê di 15’ê Tebaxa 2021’an de dest danî ser rêveberiya Efganistanê, li welêt zext, qedexe, komkujî, tacîz û sûcên tecawizê yên li ser jinan zêde bûn. Li gorî bîlançoya ku servîsa farisî ya ajansa NÛJINHA'yê kom kiriye; di meha Sibatê de li Efganistanê 11 jin hatin qetilkirin, jinek û zarokek jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da. Di piraniya bûyeran de kesên sûcdar endamên Talîbanê ne.

Bûyerên ku di çapemeniyê de hatin weşandin wiha ne:

2’yê Sibatê: Li navçeya Alîşar a girêdayî parêzgeha Xostê di êrîşa çekdarî ya li dijî malbatekê de 3 jin hatin qetilkirin.

3’yê Sibatê: Jina ciwan a ku nû zewicîbû û rastî şîdetê hat li navçeya Zharî ya parêzgeha Kandaharê di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da. Mirina wê wekî "întîxar" hat qeydkirin.  Endamên Talîbanê li navenda bajarê Çarikar ê parêzgeha Perwanê ketin mala welatiyekî. Di encama nîqaşa ku li vir derket de endamên Talîbanê jinek kuştin û hevserê wê jî birîndar kirin.

4’ê Sibatê: Fermandarekî Talîbanê li navçeya Qads a parêzgeha Badghisê di malekê de du jin ’kuştin.

6’ê Sibatê: Çekdar li bajarê Taleqan ê parêzgeha Texarê ketin malekê û jinek 60 salî û hevjînê wê yê 73 salî kuştin û destdirêjiyê li keça wan a 13 salî kirin. Li navçeya Çapa ya Kunarê jinek ji aliyê mêrê ku pê re zewiciye ve hat qetilkirin.

11’ê Sibatê: Li navçeya Baglan a Kunduzê jinek ji aliyê mêrê ku pê re zewiciye ve hat qetilkirin. Hat hînbûn ku jin nû zewiciye.

12’ê Sibatê: Li navçeya Nurgram a parêzgeha Nuristanê di encama şer û pevçûnên navbera du malbatan de jinek û 2 zilam hatin kuştin.

15’ê Sibatê: Li Bamyanê keça bi navê Mehdiye ya 17 salî di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da. Mirina Mehdiye wek "întîxar" hat qeydkirin.

17`ê Sibatê: Li navçeya Kameh a Nangarharê jineke ciwan bi amûreke tûj hat qetilkirin.