Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
18 ÇILE, 2024   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

 Rêber Abdullah Ocalan a bi derve r bi temamî hatiye qutkirin. Bersiv ji serlêdanên hevdîtinê re nayê dayin, hin caran piştî bi mehan cezayê dîsîplînê weke hincet ji parêzeran re tê ragihandin.

Li gorî rapora dawî ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku di 17'ê Çileyê de hate eşkerekirin;

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve tenê di navbera Gulan-Tebaxa 2019'an de 5 hevdîtinên parêzeran pêk hat, hevdîtina herî dawî jî di 7'ê Tebaxa 2019'an de bû.

 - Ji sala 2014'an û vir ve tenê 5 hevdîtinên malbatan hate kirin.

 - Hevdîtina herî dawî ya rû bi rû di 3'ê Tebaxa 2020'î de bi birayê xwe re kir.

 - Ji roja destpêkê û vir ve tenê 2 caran (27'ê Nîsana 2020  û 25'ê Adara 2021'ê) bi telefonê axaftin hatiye kirin.

 - Axaftina bi telefonê ya herî dawî ya 25'ê Adara 2021'ê di demeke kurt de qut bû û ji hingî agahî jê nayê wergirtin.