Parêzeran careke din ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê da

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo ku hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin, careke din serî li dozgeriyê û Girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzeran careke din ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê da
27 sibat, 2024   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç, ji bo karibin muwekîlên xwe yên li Îmraliyê tecrîdkirî ne Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Bi temamî têkîliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi derve re hatiye qutkirin. Ti bersiv ji serlêdanên hevdîtinê re nayên dayîn. Di hin rewşan de piştî bi mehan ji parêzeran re dibêjin ku cezayê disîplînê hene.

Li gorî rapora dawîn ku Buroya Hiqûqê ya Sedsalê 17’ê Çileyê weşandiye;

Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha roja îro, tenê di navbera Gulan-Tebaxa 2019’an de 5 hevdîtinên parêzeran hatin kirin; ji van 5 hevîdîtinan a dawî jî 7’ê Tebaxa 2019’an hate kirin.

Ji sala 2014’an ve tenê 5 hevdîtinên malbatî pêk hatin.

Herî dawî hevdîtina ku rû bi rû hatî kirin, 3’ê Adara 2020’an hevdîtina bi birayê re xwe re bû.

Ji roja destpêkê heta niha tenê 2 caran (27’ê Nîsana 2020 û 25’ê Adara 2021’an) hevdîtina bi telefonê pêk hatiye.

25’ê Adara 2021’an hevdîtina bi telefonê di wexteke pir kurt de di nîvî de hate qutkirin û ji wê rojê û şûnde agahî jê nayê girtin.