Panela diyalogê ya jinan a Helebê bi dawî bû

Panela diyalogê ya jinan a Helebê bi gelek encamnameyan bi dawî bû. Di panelê de banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û xebitîna li ser peymana Kongreya Jinên Sûriyeyî ya Aştiyê hat kirin.

Panela diyalogê ya jinan a Helebê bi dawî bû
Panela diyalogê ya jinan a Helebê bi dawî bû
Panela diyalogê ya jinan a Helebê bi dawî bû
Panela diyalogê ya jinan a Helebê bi dawî bû
Panela diyalogê ya jinan a Helebê bi dawî bû
Panela diyalogê ya jinan a Helebê bi dawî bû
Panela diyalogê ya jinan a Helebê bi dawî bû
Panela diyalogê ya jinan a Helebê bi dawî bû
Panela diyalogê ya jinan a Helebê bi dawî bû
Panela diyalogê ya jinan a Helebê bi dawî bû
Panela diyalogê ya jinan a Helebê bi dawî bû
Panela diyalogê ya jinan a Helebê bi dawî bû
Panela diyalogê ya jinan a Helebê bi dawî bû
Panela diyalogê ya jinan a Helebê bi dawî bû
Panela diyalogê ya jinan a Helebê bi dawî bû
Panela diyalogê ya jinan a Helebê bi dawî bû
Panela diyalogê ya jinan a Helebê bi dawî bû
Panela diyalogê ya jinan a Helebê bi dawî bû
2 adar, 2024   19:38
HELEB

Vê sibehê li Helebê bi beşdariya bi dehan jinên Sûriyeyî yên ji tevahî etnîkên Sûriyeyê paneleke diyalogê ya jinan hat lidarxistin.

Di panelê de nûnerên ji partiyên siyasî, meclisên jinan, YPJˊê, Hêzên Asayîşa Jin, bi dehan çalakgerên jinên siyasetmedar ên ji hundirê Sûriyeyê û kesayetên ji civaka Helebê beşdar bûn.

Panel li Kafeterya Telet Heleb a taxa Şêxmeqsûdê hat lidarixstin. Axaftina destpêkê berdevka Meclisa Jin a Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Zehra Semo hat kirin.

ˊ8ˊÊ ADARÊ ROJA YEKKIRINA TÊKOŞÎNA JINAN Eˊ

Zehra di axaftina xwe de destnîşan kir ku 8ˊê Adarê roja lihevkomkirina jinan, yekkirina têkoşîna wan a azadî û wekheviyê ye.

Zehra di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şoreşê de xwedî rol in û tevahî pêkhate, etnîk tev li şoreşê kir.

Zehra di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê jinên Sûriyeyî hevgirtî bin da ku herêmên dagirkirî û jinên li wan herêman rizgar bikin da ku 8ˊê Adarê ya îsal bibe sala têkbirina fikra tundraw.

Dûre li ser şoreşa 8ˊê Adarê, berxwedana jinan û têkoşîna wan li Rojava sînevîzyonek hat pêşkêşkirin.

ˊSEDSALA 21ˊÊ SEDSALA RIZGARIYA JINAN Eˊ

Dûre endamên Meclisa Giştî ya PYDˊê Ferîhe Ehmed û Meyade Erbo mijarên panelê yên bingehîn xwendin. Her du mijar bi navên ˊDîroka 8ˊê Adarê û têkoşîna jinan li Rojava, siyasetên li dijî jinan, dagirkerî-qirkirin-tecrîdˊ in.

Di her du mijaran de behsa destkeftiyên jinan, pêwîstiya zêdekirina zanabûna der barê wekheviya navbera her du zayendan de, rakirina bendên li pêşberê jinan ku nahêlin ew bigihînin daneyên aborî, siyasî û civakî.

Li kêlek wê jî behsa sedsala 21ˊê kir ku sedsala rizgarkirina jinan bi rêya felsefeya ˊJin, Jiyan, Azadîˊ ye. Ew felsefe li Rojava bi pêş ket, heta bi Îranê çû. Her wiha tevahî jinên li cîhanê pê bandor bûn.

ˊNASKIRINA FIKRA RÊBER ABDULLAH OCALAN JI NÊZ VE DA ALÎKARIYA JINAN DI AZADIYA WÎ DE BÊ KIRINˊ

Dûre li pêş beşdaran nîqaş hatin vekirin. Bi wê re jina çalakger Enam Neyof axivî û got mafên jinan parçeyek ji maên mirovan e û ew tevahî tevgerên li dijî tundiya li ser jinan tê dikoşin silav dikin. Enam diyar kir ku pêwîst e piştgiriya jinên Sûriyeyê li tevahî erdnîgariya Sûriyeyê were kirin, da ku mafên xwe bi dest bixin û ew ji tundiyê werin parastin.

Endama Komîteya Rêber a Meclisa Jinan a Sûriyeyê Rîhab Îbrahîm axivî û got tiştê herî baş di vê panelê de ew e ku fikra Rêber Abdullah Ocalan a bi piştgiriya pêkanîna azadiya jinê nas kir. Rîhab anî ziman ku divê têkiliyeke hevbeş di navbera jin û mêr de li ser bingeha rêzgirtinê û hezkirinê û dabeşkirina berpirsiyariyan were avakirin.

Jina çalakger Sara Ebas jî li ser rola jinê di bidawîkirina şer û qirkirinan de axivî û got divê şehîd Avesta, Barîn, Jıyan û hwd werin bibîranîn û divê tecrûbeya jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bingeh were girtin.

Di panelê de Koma Şehîd Vajîn a Tevgera Hîlala Zêrîn stranek pêşkêş kir.

Di dawiyê de encamname ji hêla endama Melcisa Jinan a PYDˊê Dîdem Elî ve hat xwendin û wiha ye:

Xebat û têkoşîna ji bo xwegihandina tevahî jinên li xaka Sûriyeyê were kirin, da ku hebûna jina azad were aktîfkirin û li pêş tevahî siyasetên li dijî wan were sekinandin.

Xebat li ser têkildana bi jinên li herêmên dagirkirî re were kirin, da ku sûcên di aliyê ragihandinê ve tên veşartin werin aşkerakirin û bibin doza raya giştî.

Beşa jinên ciwan pêşeroja welat e, divê em li ser yekkirina wan û hişyarkirina wan li hember şerê taybet bixebitin. Divê ew jî hişbirê û windabûnê werin hişyarkirin.

Divê hebûna jinan di biryardanê de hebe bi taybet destûra li ser tê bikaranîn.

Li hember tevahî tundî, qetilkirin an jî hedefgirtina jinên li Sûriyeyê hevgirtineke xurt hebe.

Ji bo zêdekirina pisporî û pevguherîna nêrînan divê xebat li ser lidarxistina atolyeyan bên kirin, bi taybet li hundirê Sûriyeyê bi jinan re li hundir û jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re.

Xebat li ser lidarxistina kongreya jinan a aştiyê were kirin da ku ji tevahî jinên Sûriyeyê re bibe rûber û jin bibin xwedî vîna azad.

Divê hêzên Tirkiyeyê û hevkarên wê bêyî şertan ji tevahî xaka Sûriyeyê, bakur û rojhilatê Sûriyeyê vekişin.

Rêber Abdullah Ocalan bêyî qeyd û şertan ji girtîgehên dewleta Tirk were berdan.

Her şêweyeke nijadperestiya neteweyî, olî, mezhebî, fikrî û nijadperestiya li dijî jinan werin şermezarkirin.

Zexteke navneteweyî li dijî hikumeta Tirkiyeyê were kirin ku sûcên li dijî welatiyan bi taybet li dijî jinan bi dawî bike.

(fr)