Ozgur Ozel bû serokê nû yê CHP'ê

Di Civata Giştî ya Asayî ya 38'emîn a CHP'ê de Ozgur Ozel di tûra duyemîn de ji bo serokatiya giştî hate hilbijartin.

Ozgur Ozel bû serokê nû yê CHP'ê
5 mijdar, 2023   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Di civata giştî de Kemal Kiliçdaroglû û Serokê Koma CHP'ê Ozgur Ozel bûn namzet. Di tûra destpêkê de tu ji namzetan nehat hilbijartin û hilbijartina Serokatiya Giştî ji tûra duyemîn re ma.

Di hilbijartinê de ku ji 81 bajaran hezar û 367 delege beşdar bûn, Ozgur Ozel bi 812 dengan bû serokê giştî yê nû yê partiyê.