12 roj in agahî ji Silêman Ehmed qut in

Ruxmî bangawaziyên navend û dezgehên çapemeniyê jî, ev 12 roj in tu agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed ê ji aliyê PDK`ê ve hatiye revandin, nayên wergirtin.

12 roj in agahî ji Silêman Ehmed qut in
5 mijdar 2023   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnws’ê Silêman Ehmed 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 12 roj in agahî jê qut in.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek tejî berovajîkirin û nerast gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniyê ye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kir û îtiraf kir ku ew revandine.

Parêzerên ji Hewlêrê dibêjin ku revandina Silêman ji aliyê desthilata Hewlêrê ve bêyî sedemek diyar û bêyî biryara dadgehê, ne qanûnî ye û binpêkirina maf û azadiya fikir û nêrînê li Başûrê Kurdistanê ye.

Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa Erebî ya ajansa Rojnws’ê de wek edîtor dixebite.

Ajansa Rojnewsê piştî revandina endamê wan daxuyanî dabû gotibû: “Em tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dikin û şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û berdan. PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa me Silêman Ehmed berpirse.”