Nûnerê DYAˈyê li Beyrûtê ye

Şerê di navbera Hizbullah û artêşa Îsraîlê de dewam dike. Li aliyekî din nûnerê DYAˈyê Amos Hochstein gihaşt Beyrûtê.

Nûnerê DYAˈyê li Beyrûtê ye
19 mijdar, 2024   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê baebanga îro li herêma Şiyah a li başûrê Lubnanê avahiyeke 4 qat bombebaran kir. Duh bi şev li ser herêma Zuqaq Bilat a li Beyrûtê jî êrişek pêk hatibû û di encamê de 5 kes hatibûn kuştin.

Hizbullahê jî ragihand ku wê droneke bi tîpa Herms 450, bi rêya moşekan li ser bajarokê Tîbayê xistiye xwarê. Her wiha da zanîn ku wê avahiya beşa îstîxbarata leşkerî ya Îsraîlê ya li paytexta Îsraîlê Til Evîvê û avahiyek li devera Kiryat Şemûna bi moşekan topbaran kiriye.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Lubnanê, nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê Lubnanê Amos Hochstein vê sibehê gihaştiye Beyrûtê.

Li gorî çavdêrên siyasî, serdana Hochstein bi armanca domandina nîqaşkirina pêşnûmeya çareseriyê ku beriya çend rojan balyoza DYAˈyê radestî serokê parlamentoyê Lubnanê Nebîh Birî kiribû, hatiye kirin.

(bb)