Parêzeran ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan serlêdan kir

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo ku hevdîtinê bikin, careke din serî li dozgeriyê da.

Parêzeran ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan serlêdan kir
19 mijdar, 2024   12:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç careke din serlêdan kir.

Parêzerên serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da, her wiha daxwaza dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî kir.