Netanyahu: Em dikarin xwe bigihînin her cihekî

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hişyarî da Îranê ku Îsraîl dikare bigihîje her xalek di qada hewayî ya Îranê de û her dema ku pêwîst be dikare bi dronan re rûbirû bibe.

Netanyahu: Em dikarin xwe bigihînin her cihekî
3 gulan, 2026   20:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got serdestiya asîmanî ya Îsraîlê hiştiye ku ew her dema ku pêwîst be dikare bigihîje her xaleke hewayî ya Îranê.

Benjamin Netanyahu diyar kir ku "divê Îsraîl her tim ji dijminên xwe bihêztir be. Di warê xurtkirinê de em ê balafirên nûjen ên F-35 – F-15ˊan bikirin."

Serokwezîrê Îsraîlê da zanîn ku pîlotên wan dikarin bigihîjin her cihekî li asîmanê Îranê û dema pêwîst be ew amade ne.

Der barê dronan de, Netanyahu axivî: "Çend hefte berê min ferman da ku projeyek taybet ji bo rûbirûbûna gefên wan were afirandin. Ez ê raporek demkî li ser vê mijarê binirxînim. Ew ê demekê bigire, lê em li ser dixebitin."

Benjamin Netanyahu destnîşan kir ku ew ê balafirên pêşeng ên ku ji hêla pargîdaniya 'Blue White' ve têne hilberandin pêş bixin. Ew ê vê rewşê bi tevahî biguherînin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu anî ziman ku wî talîmat daye ku veberhênan li çêkirina çekên herêmî were kirin got: "Di 10 salên pêş de, em ê 350 milyar şekel (nêzîkî 119 milyar dolar) li budceya parastinê zêde bikin. Da ku ev çek li Îsraîlê werin çêkirin û em pişta xwe nedin dewletên biyanî".

(ac/fr)

ANHA