Almanya ji Îranê xwest Tengava Hurmuzê veke

Wezîrê Derve yê Almanya Johannes Wadephul bi rêya telefonê bi Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re axivî û daxwaz kir ku Tengava Hurmuzê veke û dev ji bernameya nukleerî berde.

Almanya ji Îranê xwest Tengava Hurmuzê veke
3 gulan, 2026   20:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Derve yê Almanya Johannes Wadephul ragihand ku ji Tehranê xwestiye ku Tengava Hurmuzê ji nû ve veke û dev ji bernameya xwe ya nukleerî berde.

Vadewul di posteke xwe ya li ser platforma X'ê de diyar kir ku wî di pêwendiyeke telefonî de bi hempîşeyê xwe yê Îranî Ebas Eraqçî re diyar kiriye ku Almanya piştgiriya çareseriyeke danûstandinî dike.

Johannes Wadephul destnîşan kir ku ji ber ku Berlîn hevalbendek nêzîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye hemfikir e, ew jî ew e ku gerek Tehran bi tevahî û bi awayekî piştrastkirî dev ji çekên xwe yên nukleerî berde û Tengava Hurmuzê yekser veke.

Ev daxuyanî piştî wê yekê hatin ku Îranê çend roj berê bi rêya Îslamabadê pêşniyarek nû pêşkêşî DYAˊyê kiribû da ku lihevkirinek çêbibe.

(ac/fr)