Karkeran li ber Deriyê El Selamê yê Ezazê protesto kir

2 roj e Karkerên deriyê sînorî yê Bab El Selame yê bakurê Helebê yê bi Tirkiyeyê re, ji ber kêmkirina mûçeyên xwe, protesto dikin.

Karkeran li ber Deriyê El Selamê yê Ezazê protesto kir
3 gulan, 2026   19:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku karkerên deriyê sînorî yê Bab El Selame yê bakurê Helebê yê bi Tirkiyeyê re 2 roj e ji ber kêmkirina mûçeyên xwe protesto dikin.

Li gorî SOHRˊê ji bo her dagirtina kamyonekê destheqa karkeran bi rêjeya 10 dolaran daketiye. Wê yekê jî li cem wan hêrs û nerazîbûn tund çêkir, nemaze digel vê rewşa debarê ya pir zehmet de.

Di çalakiyên karkeran a bi daxwaza mafên xwe de berpirsên rêveberiya deriyê êrişî wan kirin. Li beramber van astengiyan karkeran hîn zêdetir bi maf û daxwaza xwe ve girêdayî man.

Karkeran da zanîn ku destheqên wan ên rojane jêdera wan a bingehîn a dabînkirina pêdiviyên debarê yên malbatên wan in, ev biryar ligel zehmetiyên aboriyê barekî giran li ser wan çêdike.

Duh, ji ber vê biryarê çalakî li bajarê Ezazê yê bakurê Helebê pêk hatibû, îro jî dewam kir.

(fr)