Navenda Tenduristiyê ya Şedadê xizmetê dide 55 hezar kesî

Navenda Tenduristiyê ya Şedadê ji zêdetirî 55 hezar şêniyan re bê pere xizmetguzariyan pêşkêş dike.

Navenda Tenduristiyê ya Şedadê xizmetê dide 55 hezar kesî
Navenda Tenduristiyê ya Şedadê xizmetê dide 55 hezar kesî
Navenda Tenduristiyê ya Şedadê xizmetê dide 55 hezar kesî
Navenda Tenduristiyê ya Şedadê xizmetê dide 55 hezar kesî
Navenda Tenduristiyê ya Şedadê xizmetê dide 55 hezar kesî
Navenda Tenduristiyê ya Şedadê xizmetê dide 55 hezar kesî
Navenda Tenduristiyê ya Şedadê xizmetê dide 55 hezar kesî
26 tîrmeh, 2025   07:15
HESEKEÊ
XIDIR FEYAD

Xebatkarên Navenda Tenduristiyê ya bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê xizmetguzariyên tenduristî ji xelkê bajêr û gundewarên wê re pêşkêş dike.

Navend nuqteya yekane ye ku bi rêya tîma xwe ya ji 37 xebatkar û rêveberan pêk tê, xizmetê pêşkêşî nêzî 55 hezar welatiyan dike. Xebatkar û rêveber bi awayekî nobedarî dixebitin ku xizmetekî baş pêşkêş bikin.

Navend ji beşa jinan a taybet bi welidandina xwezayî (normal), beşên din ên ji bo zarok û temenmezinan pêk tê. Rojane bi sedan kes serlêdanê dikin. Navend bi rêya klînîkên xwe yên hundir û beşên jin û zarokan bê pere xizmet dike û derman jî bê pere ji dermanxaneya navendê tê wergirtin.

Tevî derfetên kêm jî, li navendê hin tehlîlên tibî tên çêkirin. Lê alavên wênegirtinên tibî weke tomorgrafiya kêm in. Ji bo vê jî nexweşên giran ji nexweşxaneyên Hesekê re yên tê de ev alav hene, tên veguhastin.

Girêdayî mijarê rêveberê navenda tenduristiyê Mehmûd El Muayûf diyar kir ku mehane nêzî 5 hezar nexweşên weke serdanên giştî, lezgîn û astengdar serlêdanê dikin. Ji bo veguhastina nexweşiyên giran bo nexweşxaneyên Hesekê ambulans hene.

El Muayûf destnîşan kir ku rêveberiya navendê ji bo peydakirina derman û pêdiviyên tibî yên pêwîst, nexasim dermanên ji bo nexweşên şekir, hewldanên xwe didomîne. Li kêlek wê jî ligel zehmetiyên peydakirina lojîstîk û zexta mezin li ser xebatkaran ji bo bilindkirina kalîteya pêşkêşkirina xizmetguzariyan û bersivdana hewcedariyên nexweşan xebat dewam dike.

Ev hewldanên tên kirin di çarçoveya pabendbûna navendê ya piştgiriya tenduristiya civakê, pêşkêşkirina xizmetguzariyan bi awayekî bêpere, başkirina rewşa tibî li Şedadê û gundewarên wê de, pêk tên.

(fr)

ANHA