Endamê Lijneya Weşanê ya ISKU’yê Bernd Ruprecht wefat kir

Endamê Lijneya Weşanê ya ISKU’yê Bernd Ruprecht ê ku hem li dijî şerê li Kurdistanê hem jî li dijî qedexeya PKK’ê têkoşîn dimeşand, piştî nexweşiyeke giran li Berlînê jiyana xwe ji dest da.

Endamê Lijneya Weşanê ya ISKU’yê Bernd Ruprecht wefat kir
13 nîsan, 2026   23:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê kedkar ê kovara Kurdistan Reportê û endamê lijneya weşanê ya Informationsstelle Kurdistan (ISKU) Bernd Ruprecht, piştî nexweşiyeke giran û dirêj, êvara înê li Berlînê jiyana xwe ji dest da.

Ruprecht di sala 1957’an de li Kielê ji dayik bû, ciwantiya xwe li Bielefeldê derbas kir û li vir polîtîze bû. Di salên 1980’yî de Tevgera Azadiya Kurd nas kir û ji wê dîrokê ve hem li dijî şerê li Kurdistanê hem jî li dijî qedexeya PKK’ê ya li Elmanyayê têkoşîneke çalak a piştgiriyê meşand.

Hat diyarkirin ku Ruprecht li ser wesiyeta xwe, wê li gundê Neuwustrow ê li rojhilatê Almanyayê, li nêzî sînorê Polonyayê were veşartin.