MSD: Ji bilî diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî krîz çareser nabe

MSDˊê diyar kir ku ji bilî yekitya gelê Sûriyeyê bi diyalogên neteweyî, tewandina nakokî û dan û standinên li ser çareyên aştiyane li gorî tevahî aliyan, krîza Sûriyeyê çareser nabe.

MSD: Ji bilî diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî krîz çareser nabe
MSD: Ji bilî diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî krîz çareser nabe
MSD: Ji bilî diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî krîz çareser nabe
MSD: Ji bilî diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî krîz çareser nabe
MSD: Ji bilî diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî krîz çareser nabe
MSD: Ji bilî diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî krîz çareser nabe
25 adar, 2024   16:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya rêveçûna xebata neteweyî ya hevbeş de ku Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi rêya wê hewl dide têkiliyên di nava aliyên siyasî yên sûriyeyî de geş bike, tevahî beşên civaka Sûriyeyê nêrînên xwe bi hev re parve bikin, Nivîsgeha Têkiliyan a MSDˊê duh bi yekitiyên civaka demokratîk û beşên civakê ji rûspiyan û oldaran, hiqûqnasan, rewşenbîran li navenda xwe ya Helebê civîn li dar xistin.

Di civînan de pêşdeçûnên siyasî û bandorên wê li ser herêmê, mekanîzme û rêbazên geşkirina xebata neteweyî hatin nîqaşkirin.

Di civîna yekemîn a bi yekitiyên civaka demokratîk re, hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSDˊê Hesen Mihemed Elî rewşa siyasî ya ji ber destwerdanên derve û girêkbûna wê şîrove kir.

Elî diyar kir ku krîza Sûriyeyê ji bilî yekitiya gelê Sûriyeyê bi rêya diyalogên neteweyî û tewandina nakokiyan û dan û standina li ser çareyên aştiyane li gorî tevahî aliyiyan ku berjewendiyên tevan û mafên wan pêk bîne, nayê çareserkirin.

Di civîna duyemîn de, îmamên mizgeftan û endamên Saziya Kar û Barên Olî û rûspiyên Helebê beşdar bûn. Di civînê de girîngî da hevkariya di nava civaka Sûriyeyê û hat gotin ku divê diyalogên netewyî pêk bên û hewldana ji bo yekitiya civakê bê kirin.

Di civîna sêyemîn de jî ku bi hiqûqnasan re hate lidarxistin, hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSDˊê Hesen Mihemed Elî bal kişand ser rola girîng a qanûnnasan, parêzer û dadgeran di bandorkirina sazkirina siyasetên giştî û qanûnên ji bo parastina mafên mirovan û piştgiriya pêkanîna edalet û îstîqrara li welat.

Beşdaran diyar kir ku çareya yekane ji krîza Sûriyeyê re çareya siyasî ye û got divê rêveçûna neteweyî ya bi serkêşiya MSDˊê bi cihî were şopandin. Ji ber ku ew yek ji mijarên sereke yên bidawîkirina krîzê, pêkanîna çareseriya siyasî û geşkirina diyalogên neteweyî ku dikevin xizmeta giştî.

(fr)

ANHA