Li Bokanê welatiyek ji ber pîrozbahiya Newrozê hat binçavkirin

Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê, duh li gundê Qazlêyan ya ser bi Bokanê, yek ji amadekarên merasîma cejna Newrozê hatiye binçavkirin û heya niha jî aqûbeta wî nayê zanîn.

Li Bokanê welatiyek ji ber pîrozbahiya Newrozê hat binçavkirin
25 adar, 2024   15:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Rojhilatê Kurdistanê Newroz bi coşek mezin hate pîrozkirin, lê rejîma Îranê xwe li vê jî negirt û piştî pîrozbahiyan, tê gotin gelek kes hatine binçavkirin.

Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê, duh li gundê Qazlêyan ya ser bi Bokanê, yek ji amadekarên pîrozbahiya Newroza li Bokanê, yê bİ navê Simko Nesrulah (35) hatiye binçavkirin.

Heman çavkaniyê ragihand ku Simko piştî hat binçavkirin, ji bo cihek nediyar hatiye birin û heya niha jî çarenûsa wî nayê zanîn.