MSD: Em ê ezmûna Kobanê bikin nimûneya yekıtî û hevkariya civakî

Meclisa Sûriya Demokratîk diyar kir ku ew ê xebatên pêşxistina ezmûna Rêveberiya Xweser berdwam bikin ji bo parastina mafên hemû pêkhateyan, her wiha ew ê ezmûna Kobanê bikin nimûneya yekıtî û hevkariya civakî.

MSD: Em ê ezmûna Kobanê bikin nimûneya yekıtî û hevkariya civakî
1 mijdar, 2024   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya Roja Piştgiriya Berxwedana Kobanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku berxwedana Kobanê bûye nimûneyeke cîhanî ya têkoşîna li hember hêzên tarî û tundraw, her wiha bûye sembola vîna mirovahiyê ya li dijî zordestî û terorê.

MSD`ê di daxuyaniya xwe de diyar kir piştigiriya cîhanî ya ji bo berxwedana Kobanê bû nîşaneya çarenûsa mirovahiyê ya li dijî tundrawiyê û hate gotin: "Xwîna rewan ku li ser axa Kobanê hate rijandin û lehengiya xort û keçên hemû pêkhateyên Sûriyeyê, yekitiya gelê me pêk anî û da nîşan ku civaka Sûriyeyê yek e û mertaleke bi hêz e li dijî hemû hewldanên parçekirina welatê me.”

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hate kirin ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker tên û hate gotin: "Ev êriş ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweser têne kirin, ev destdirêjî li dijî aramiya herêmê û pêşeroja demokrasî û dadmendiya herêmê ye.”

MSD`ê bang li civata navneteweyî kir ku berpisyariyên xwe bi cih bînin û li hember terorê destkeftiyên gelên herêmê biparêzin. Her wiha xwest ku li dijî binpêkirina dewleta Tirk helwesteke tund nîşan bidin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku MSD`ê dê xebatên pêşxistina ezmûna Rêveberiya Xweser berdewam bike ji bo parastina mafên hemû pêkhateyan, her wiha ew ên ezmûna Kobanê bikin nimûneya yekitî û hevkariya civakî.

(k)