Moskovê amadebûna xwe ji bo navbeynkariya Til Avîv û Tehranê ragihand

Rûsyayê ragihand ku amade ye di aloziya Îsraîl û Îranê de navbeynkariyê bike. Kremlînê diyar kir ku Moskov ji bo pêşniyara xwe ya embarkirina uranyuma Îranê li Rûsyayê jî amade ye.

Moskovê amadebûna xwe ji bo navbeynkariya Til Avîv û Tehranê ragihand
16 hezîran, 2025   15:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Kremlînê ragihand ku Rûsya amade ye di aloziya Îsraîl û Îranê de bibe navbeynkar. Kremlînê diyar kir ku Moskov ji bo pêşniyara xwe ya embarkirina uranyuma Îranê li ser xaka Rûsyayê jî hîna amade ye.

Sedema sereke ya nakokiya Washington û Tehranê jî çarenûsa uranyuma Îranê ye. Serokê DYA’yê Donald Trump gotibû ku ew rê nade Îranê ku çekên atomî bi pêş bixe. Li hemberî wê jî lîderê olî yê dewleta Îranê Elî Xamineyî got Îran dev ji pêşxistina uranyumê bernade.

Hefteya borî jî Rûsyayê diyar kir ku amade ye madeyên atomîk ên zêde yên li Îranê veguhêze madeyên din.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 2015'an de Rûsyayê roleke girîng di peymana atomî de lîstibû.

(mh)