Zarokên şehîdan: Diyariya te gihaşt me Serokê min

Zarokên şehîdan diyar kir ku diyariya Rêber Abdullah Ocalan a ji bo zarokan gihaştiye wan û got "Em soz didin te ku hînbûn û xwendinê bidomînin."

Zarokên şehîdan: Diyariya te gihaşt me Serokê min
16 hezîran, 2025   14:00
TEBQA

Rêber Abdullah Ocalan piştî 26 salan cara yekem bi zarokan re hevdîtin kir. Ronahî Arjîn (10) û Dîlan Arîn tevî malbata Rêber Abdullah Ocalan bi boneya Cejna Qurbanê di 7’ê Hezîranê de pê re hevdîtin kir. Rêber Abdullah Ocalan di wê hevdîtinê de silavên xwe ji zarokan re şandin û pênûs diyarî wan kirin. 

Îro zarokên şehîdan li kantona Tebqayê têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Zaroka bi navê Meşail El Îsa daxuyanî xwend.

Daxuyaniya zarokên şehîdan wiha ye:

"Bi gotinên me yên zarokatiyê, em hezkirinên xwe ji Rêber re û bavê ku ji me re siberojek geş ava kiriye, dişînin. Diyariya te gihîşt me, serokê min. Ger em bi destan jî pê negirin, me bi dilê xwe yê biçûk, bi henûnî û germbûna wê hembêz kir. Em van pênûsan weke diyariyek herî biha ji te de li gel xwe bihêlin û biparêzin û em soz didin te ku em ê hînbûn û xwendinê bidomînin.

Em ji te fêrî aramî û têkoşînê bûn. Em soz didin ku leşkerên siberojê bin ku te bi fikir û felseya xwe nexşe kiriye û cîhan matmayî hiştiye. Spas ji bo ku te em ji bîr nekirine û her te em di dil û wijdana xwe de hilgirtine.

Em bangeke lezgîn ji zarokên cîhanê re dikin ku bi me re wek zarokên şehîdên Tebqayê bisekinin û banga berdana Rêber Apo bikin. Ji ber ku Rêber Apo sembola bingehîn a pêkanîna aştiya civakê li herêmê ye."

Di dawiya daxuyaniyê de zarokan kevokên spî firandin û dirûşmên "Em dixwazin Rêbertî bibînin" bilind kirin.

(fr)

ANHA