Mîhîrcana 1ˊemîn a Wêneyên Fotografîk bi dawî bû

Mîhrîcana 1ˊemîn a Wêneyên Fotografîk di roja xwe ya duyemîn de bi belavkirina 3 xelatan bi dawî bû.

Mîhîrcana 1ˊemîn a Wêneyên Fotografîk bi dawî bû
Mîhîrcana 1ˊemîn a Wêneyên Fotografîk bi dawî bû
Mîhîrcana 1ˊemîn a Wêneyên Fotografîk bi dawî bû
Mîhîrcana 1ˊemîn a Wêneyên Fotografîk bi dawî bû
Mîhîrcana 1ˊemîn a Wêneyên Fotografîk bi dawî bû
Mîhîrcana 1ˊemîn a Wêneyên Fotografîk bi dawî bû
Mîhîrcana 1ˊemîn a Wêneyên Fotografîk bi dawî bû
13 sibat, 2024   19:47
QAMIŞLO

Yekitiya Wênegirên Fotografîk a Sûriyeyî duh Mîhrîcana 1ˊemîn a Wêneyên Fotografîk li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê li dar xist. 

Di bernameya mîhîrcanê de çalakiyên curbecur hebûn; foruma zanistî li ser wênekêşiyê, vekirina pêşangehekê bi 100 wêneyên ji hêla 40 wênegirên fotorgrafîk ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji dewleta Mexrib û Başûrê Kurdistanê û piranî wêne li ser jiyana civakî û çandî yên van herêman bûn.

Di roja duyemîn a mîhrîcanê de pêşangeh hat vekirin û beşdaran ji saetên sibehê heta 17:00ˊan lê geriyan.

Di dawiyê de navên di mîhrîcanê de bi ser ketine hatin xelatkirin; rojnamger Sorgul Şêxo ji JINHA bi çîroka wêneyê xelata yekemîn wergirt, wênegirê fotografîk Beha Mehmûd xelata wêneyê herî xweş wergirt, xelata kedê wênegirê fotografîk Ebdulqadir Sosek wergirt.

Endama rêvebera Kongra Star, hevserokê Yekitiya Wênegirên Fotografîk a Sûriyeyî û rojnamgerê Sûriyeyî Ehmed Mihemed xelat belav kirin.

(fr)

ANHA