Artêşa Îsraîlê operasyona xwe ya bejahî li Lubnanê berfireh kir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê operasyonên xwe yên bejahî li başûrê Lubnanê berfireh kiriye, çemê Lîtanî derbas kiriye û êriş li ser herêmên nû yên bakurê çem daye destpêkirin.

Artêşa Îsraîlê operasyona xwe ya bejahî li Lubnanê berfireh kir
31 gulan, 2026   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê ku agahî li ser Telegramê parve kir got, hêzên artêşê çemê Lîtanî derbas kirine û êrişên xwe li ser Hizbullahê li bakurê çemê berfireh kirine û di van kêliyan de jî êrişan li ser herêmên nû pêk tîne.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjemin Netanyahu roja înê ragihandibû ku hêzên wî bi qasî 30 kîlometreyan dûrî sînor, çem derbas kirin û beşek mezin ji başûrê Lubnanê bûye herêma şer.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku wê çend roj berê li bilindahiyên Şeqîf û herêma Wadî Selûqî operasyoneke berfireh da destpêkirin.

Artêşê ev operasyon wekî beşek ji "xurtkirina kontrola operasyonel li başûrê Lubnanê û rakirina gefên rasterast ên li ser Celîl û bajarokê Metulayê" bi nav kir. Artêşê daxuyand ku "operasyon niha ber bi deverên din ve berfireh dibin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, hejmarek mezin a leşkerên Îsraêlê ji bo "berfirehkirina xeta pêşîn a parastinê" dest bi êrişê kirine.

Serokwezîrê Lubnanê Newaf Selam duh gotibû Îsraîlê siyaseta "Erdê şewitî" li dijî Lubnanê dimeşîne.

Tevî agirbesta ku ji 17‘ê Nîsana îsal ve hatiye ragihandin, şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de didome.

(bb)