Meşvanên azadiyê bi israr in: Çi dibe bila bibe em ê biçin Gemlîkê

Ruxmî astengî û êirşên polîsên dewleta Tirk a dagirker jî, girseyên gel ji bajarên Enqere, Îzmîr , Stenbol û Eskîşehîr ên Tirkiyeyê gihîştin hev û ber bi Gemlîkê ve Meşa Azadiyê dewam dikin.

Meşvanên azadiyê bi israr in: Çi dibe bila bibe em ê biçin Gemlîkê
Meşvanên azadiyê bi israr in: Çi dibe bila bibe em ê biçin Gemlîkê
Meşvanên azadiyê bi israr in: Çi dibe bila bibe em ê biçin Gemlîkê
Meşvanên azadiyê bi israr in: Çi dibe bila bibe em ê biçin Gemlîkê
Meşvanên azadiyê bi israr in: Çi dibe bila bibe em ê biçin Gemlîkê
19 mijdar, 2023   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Meşa Azadiyê ku bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran ya MED'ê (MED TÛHAD-FED), Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ber bi navçeya Gemlîk a Bursayê ve hatibû destpêkirin, îro jî berdewam dike. 

ENQERE

Meş, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd tê lidarxistin. Baskê meşê yê Enqereyê vê sibehê bi rê ket. Gelek kes li avahiya Rêxistina HEDEP’a Enqereyê hatin gel hev. Polîsan, otobûsên ku dê welatî lê siwar bûbûna girê dan.

Li ser vê yekê welatî bi wesayîtên xwe yên taybet bi rê ketin. Beriya birêketinê jî Palamenterê HEDEP’ê yê Colemêrgê Onur Duşunmez axaftineke kin kir û got ku rastî gelek astengiyan tên lê çi dibe bila be ew ê biçin Gemlîkê.

ESKÎŞEHÎR

Gelek kesên ji Enqere û Mersînê bi rê ketin ku siyasetmedar jî di nav de hene, li Eskîşehîrê gihîştin hev. Piştre jî ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin.

ÎZMÎR

Li bajarên herêma Egeyê jî gelek kes li qada Newrozê ya li navçeya Bûca ya Îzmîrê li hev kom bûn. Girseya gel ya ji Mûgla, Manîsa û Aydinê li qadê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Girseya gel bi dirûşma "Bi zextê nikarin bi me" bersiv da êrîşa polîsan.

Beriya meşê 16 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Ewlekariyê ya li Çankayayê.

STENBOL
Li Stenbolê jî welatiyên li taxên Bagcilar, Sîlîvrî, Avcilar û Beylikduzuyê dijîn di saetên serê sibê de bi wesayîtan ber bi qada hevdîtinê ve ketin rê.
Welatî li avahiya HEDEP'ê ya Esenyurtê hatin cem hev. Li navçeya Esenyurtê em bi wesayîtên ji 5 herêmên cuda derketin rê.
Kesên ku li taxa Bayrampaşa hatin cem hev diyar kirin ku daxwaza wan a sereke azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.
Ji Arnavutkoyê jî gelek kes ber bi Gemrîkê ve ketin rê

Tevî êrîşa polîsan jî girseya gel bi wesayitên taybet ber bi Gemlîkê ve bi rê ket.