Meşa jinan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir

Bi beşdariya bi hezaran jinên ji bajarên cuda yên kantona Cizîrê, bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî, li bajarê Qamişlo meşa girseyî ya jinan dest pê kir.

Meşa jinan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir
Meşa jinan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir
Meşa jinan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir
Meşa jinan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir
Meşa jinan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir
Meşa jinan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir
Meşa jinan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir
Meşa jinan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir
12 sibat, 2025   11:42
QAMIŞLO

Piştî ku jin ji bajar û bajarokên Hesekê, Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Çilaxa, Til Hemis, Amûdê, Şedadê, Til Temir, Dirbêsiyê, Til Koçer û Til Birakê gihaştin bajarê Qamişlo, meşa girseyî ya jinan a ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, dest pê kir.

Meşê ji du aliyan ve dest pê kir; komek ji Çerxerêya Pîşesaziyê û koma din jî ji Çerxerêya Sêfan bi rê ket. Tê payîn ku girse li Stadyuma Heysem Kiço kom bibe û ji hêla gelek rêxistinên jinan ve peyam werin dayîn.

Meş ji aliyê Kongra Star ve bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî, Serkeftin li hember hemû komployan” tê lidarxistin.