18 çete ji nava ‘Artêşa Nîştimanî’ reviyan

18 çeteyên ku ji bajarên Idlib, Hums û Xûtaya Rojhilat in, ji nava çeteyên ‘Artêşa Nîştimanî’ reviyan û vegeriyan bajarên xwe.

18 çete ji nava ‘Artêşa Nîştimanî’ reviyan
12 sibat, 2025   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku herî kêm 18 çeteyên ku ji bajarên Idlib, Hums û Xûtaya Rojhilat in, ji nava komên çete yên Artêşa Nîştimanî yên li herêma Serêkaniyê ya dagirkirî reviyane û vegeriyane bajarên xwe.

Di heman demê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên “Polîsên Leşkerî” 16 çeteyên “Hemzat” û “Sultan Mûrad” ên ku dixwestin ji Serêkaniyê birevin û xwe bigihînin herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, girtin û radestî îstîxbarata dewleta Tirk kirin.

Artêşa Tirk a dagirker ji 8’ê Kanûna sala borî ve piştî rûxandina rejîma Beşar Esed, rê nade çeteyên girêdayî wê ku li herêmên dagirkirî ne, vegerin herêmên xwe.