‘Heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna me jinan dê bidome’

Jinên li bajarên Tel Temir, Dirbêsiyê û Şedadê yên kantona Cizîrê diyar kir ku têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin.

‘Heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna me jinan dê bidome’
12 sibat, 2025   13:05
HESEKÊ

Bi nêzîkbûna 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan re, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêzeçalakiyên berfireh ji bo şermezarkirina sîstema îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê têne lidarxistin. Bi vê boneyê îro jinên li bajar û bajarokên herêmê tev li meşa girseyî ya li Qamişloyê bûn. 

Zehra Emîn a ji Til Temirê destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe rêya azadiyê li pêşiya hemû gelên herêmê vekir û got: "Em wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi biryar in ku têkoşînê geş bikin û tev li çalakiyên girseyî bibin."

Eva El Hesen jî anî ziman ku jinên Til Temirê wekî hemû jinên herêmê dê qadên têkoşînê bernedin û wiha got: "Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, em ê berxwedanê bidomînin, ji ber ku yê ku zincîr şikand û rêya azadiyê ji me re vekir, ew e.”

Dilber Şemo ya ji bajarê Dirbêsiyê jî got bi hevgirtina gel dê sîstema îşkence û qirkirinê bi dawî bikin.

Endama Kongra Star a bajarê Şedadê Umeya Hecûb ku bi karwanê jinan re ber bi Qamişloyê ve bi rê ketibû jî destnîşan kir ku polîtîkayên îşkence û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û desteserkirina mafên wî yên bingehîn, binpêkirineke aşkera ye û got: "Rêbertî ne tenê banga azadiya gelê xwe kir, lê her wiha ji bo azadiya jinan tê koşiya. Ji ber weê jî em ê ji bo rakirina sîstema işkence û qirkirinê têkoşîna xwe bidomînin.”

Her wiha endama Kongra Star Welada Mihemed a ji bajarê Şedadê jî diyar kir ku tevlêbûna meşê tê wê wateyê ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye ronahî.

(k)

 Tel Temir

Dirbêsiyê 

Şedadê