Merasîma gerîla bidawî bû: Şande vegeriyan

Merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk bi dawî bû. Şandeyên ku merasîm şopandin vegeriyan.

Merasîma gerîla bidawî bû: Şande vegeriyan
11 tîrmeh, 2025   13:01
SILÊMANÎ

Koma Aştî û Civaka Demokratîk ku ji 30 gerîlayan pêk tê, li ser banga Rêber Apo merasîmekê çekên xwe îmha kir. 

Bi pêşengiya Besê Hozat û Nedîm Seven koma gerîla ku 30 ji 15 jin, 15 mêran pêk tê, hat qada merasîmê.

Merasîm li Şikefta Casene ya Silêmaniyê bi daxuyaniyê dest pê kir.

Di destpêka merasîmê de Besê Hozat axivî û got, "Li ser banga Rêber Apo ji bo helwesta xwe diyar bikin, ji bo bersiva vê yekê bidin em hatine vir. Ji bo vê pêvajoyê bi pêş ve bibin, li hemberî înkar û îmhayê me rahiştin çekê. Em şervanên azadiyê ne. Bi banga Rêber Apo, bi banga 27'ê Sibatê û çarçoveya biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê de em vê gavê diavêjin."

Besê Hozat piştî re daxuyaniya bi zimanê Tirkî xwen. Piştre jî Nedim Seven daxuyaniya bi zimianê Kurdî xwend. 

Piştî xwendina daxuyaniyê, Besê Hozat careke din axivî û got, "Ji bo ev hemû dewam bikin û pêk were, pêwîstî bi sererastkirinên qanûnî heye." Besê Hozat destnîşan kir ku ji bo pêşî li pêvajoyê veke ew çekan îmha dikin.

Piştî daxuyaniyê û axaftinan di serî de Besê Hozat gerîlayan çek û rextên xwe şewitandin.

Gerîla piştî ku çekên xwe şewitandin ji herêmê veqetiyan. Li pey wê jî şandeyên ku ji sedan kesan pêk dihatin, ji cihê merasîmê vegeriyan.

(a)

ANHA