Dîmenên merasîma dîrokî ya gerîlayên azadiyê

Dîmenên merasîma Koma Aştî û Civaka Demokratîk ku ji 30 gerîlayên azadiyê pêk tê û li ser banga Rêber Apo çekên xwe şewitandin, hatin belavkirin.

Dîmenên merasîma dîrokî ya gerîlayên azadiyê
11 tîrmeh, 2025   13:56
SILÊMANÎ

Li ser banga Rêber Abdullah Ocalan a 9’ê Tîrmeha 2025’an, îro koma gerîla ya bi navê Koma Aştî û Civaka Demokratîk merasîmek lidar xist. 

Koma Aştî û Civaka Demokratîk ku ji 30 gerîlayan pêk tê, bi pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat û Nedîm Seven li Şikefta Casene ya Silêmaniyê daxuyaniyek da.

Besê Hozat ku di merasîmê de axivî got: "Ji bo ev hemû dewam bikin û pêk were, pêwîstî bi sererastkirinên qanûnî heye."

Besê Hozat destnîşan kir ku ji bo pêşî li pêvajoyê vekin ew çekên xwe tune dikin.

Dîmen û wêneyên merasîmê jî hatin belavkirin.

Li ser sehneya hatiye amadekirin wêneyê Rêber Abdullah Ocalan hatiye bicîhkirin.

(a)

ANHA