Hêzên Îsraîlê li gundewarê Quneytrayê 2 ciwan girtin

Hêzeke Îsraîlî ket bajarokê Cibata El Xeşeb li gundewarê bakurê Quneytrayê, bi ser malan de girtin û 2 ciwan girtin.

Hêzên Îsraîlê li gundewarê Quneytrayê 2 ciwan girtin
14 mijdar, 2026   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, hêzeke leşkerî ya Îsraîlê ku ji 9 wesayîtan pêk dihat, ket bajarokê Cibata El Xeşeb li gundewarê bakurê Quneytrayê û piştî ku bi ser  çend malan de girtin, 2 ciwan girtin.

Li gorî agahiyan, ev hêz berî ku bi ser malan de bigire li meydana bajêr bi cih bûye, dû re her du ciwan birine cihekî nediyar. Derbarê cih û çarenûsa wan de ti agahî tune.

(k)

ANH