Meclisên kantona Cizîrê: Efrîn dê bi vîna gelê me bê rizgarkirin

Meclisên kantona Cizîrê destnîşan kir ku berxwedana wan dê berdewam bike û ji bo têkbirina planên dijminan, banga piştgiriya QSD û Rêveberiya Xweser kir. Her wiha gotin Efrîn bi vîna gel dê were rizgarkirin.

18 ÇILE, 2024   14:34
HESEKÊ

20`ê Çileyê salvegera 6`an a destpêkirina êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li dijî bajarê Efrînê ye. Bi vê boneyê meclisên Hesekê, Til Temir, Şadaê, Til Birak, Hol û Dirbêsiyê yên kantona Cizîrê daxuyanî dan. 

Li Hesekê cîgirê hevserokatiya Meclisa Bajarê Hesekê Farûq Tozo li çerxerêya Şehîd Ezîz Ereb a taxa Xiwêran daxuyaniyek xwend. Rûspî, partî, rêxistinên jinan, şêniyên Hesekê, saziyên sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Li navçeya Dirbêsiyê jî, hevseroka Meclisa Navçeya Dirbêsiyê Cîhan Elî bi beşdariya bi dehan endamên sazî û meclisan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Qada Jina Azad, daxuyanî xwend.

Li navçeya Til Temirê hevseroka Meclisa Herêma Til Temirê Madlên El Ubeyd li Parka Malbatên Şehîdan, li navçeya Şehdadê jî endamê Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Ela El Selûm li pêşiya avahiya Şaredariya Gel a gundê Hedadiye, li navçeya Til Birakê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Latîf Salim Selîm li pêşiya avahiya Meclisa Navçeya Til Birakê, li navçeya Holê jî hevserokê Meclisa Navçeya Holê Ziyad Hesen li pêşiya avahiya meclisê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyên hevbeş de, hate gotin: "Dewleta Tirk ji destpêkirina şoreşê ve hewl dide bi rê bi rêbazên cuda gelê Sûriyeyê tune bike, jiyanê lê tengav bike. Bi nêzîkbûna salvegera êrişên dagirkirinê yên li dijî Efrînê, êrişên li dijî herêmê ji 13`ê Çileyê ve zêdetir dike û binesaziya wê bombebaran dike."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dagirkirina Efrînê destpêka girêkkirina aloziya Sûriyeyê bû.

Di daxuyaniyê de soz hat dayîn ku heta tevahî planên dijmin têk biçin û herêmên dagirkirî, rizgar bibin, wê berxwedan berdewam bike û bi hevgirtina gelê herêmê û xwedîderketina wan li hêzên leşkerî, dê serkeftin bi dest bikeve.

Hevserokê Meclisa navçeya Tirbespiyê Hisên Omer daxuyaniya meclisê li pêşiya Kongar Star xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişa li ser Efrînê êrişa li ser projeya demokratîk bû ku çareseriya herî guncew a aloziya Sûriyeyê ye, her wiha peyameke diyar ji cîhanê tev de re bû ku pêkahteyên herêmê dê bi yekrêzî li hember êrişan bisekinin.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku dagirkeriya li ser Efrînê û herêmên din bi dawî bikin. Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî, Human Rights Watch (HRW) û NY`yê hat kirin ku li hember sûcên hovane yên dewleta Tirk bêdeng nemînin û berpirsyariyên xwe bînin cih.

ÇILAXA

Meclisa Navçeya Çilaxayê bi beşdariya nûnerên saziyên navçeyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk siyasetên xwe yên dijminane li dijî projeya neteweya demokratîk didomîne û her carê jêderên jiyanê yên şêniyan dike hedef. Her wiha soz hat dayîn ku rêya şehîdan, berxwedanê û têkoşînê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî, were şopandin.

GIRKÊ LEGÊ

Li navçeya Girkê Legê jî Însiyatîfa Gel heman daxuyanî da. Şêniyên navçeyê û saziyên wê, endamên Kongra Star û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) tev li xwendina daxuyanî bûn.

Endama Rêveberiya Dibistanan a navçeyê, Hekîm Mîrza û endama TEV-DEM`ê Narîşan Ebdulhekîm daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku ji ber sûcên li dijî xelkê Efrînê hatine kirin û hîna tên kirin, hesabê ji dewleta Tirk a dagirker bipirse.

ŞEHBA

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li kampa Berxwedan a Şehbayê bi daxuyaniyekê dagirkirina Efrînê û bêdengiya navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser şermezar kir.

Her wiha PYD`ê bang li civata navneteweyî, NY, tevahî rêxistinên navneteweyî kir ku li hember êrişan berpirsyariyên xwe bînin cih, dewleta Tirk sûdar bikin ji ber ku sûcên şer û jenosid in, dagirkeriyê bi dawî bikin û vegereke ewle ji niştecihên resen re dabîn bikin.

(şx)

ANHA