Meclisa Malbatên Şehîdan: Zimanê me hebûna me ye, nabe kêm bê dîtin

Bi daxuyaniyekê Meclisa Malbatên Şehîdan li Qamişlo, Dêrik, Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxa, Hesekê û Dirbêsiyê biryara Wezareta Perwerdeyê ya têkildarî zimanê kurdî red kir û daxwaz kir ku zimanê kurdî bibe zimaneke fermi.

10 îlon, 2026   14:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarên Qamişlo, Amûdê, Dêrik, Çilaxa û Tirbespiyê têkildarî biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya ku di 27`ê Tebaxê ji bo dayîna tenê 3 dersên zimanê kurdî di hefteyekê de, daxuyaniyek da.

QAMIŞLO

Li Qamişloyê daxuyanî li avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan ji hêla endamên meclisê bi zimanê kurdî ji aliyê Zozan Sarîk û bi zimanê erebî ji hêla Şêrzad Remo ve hat xwendin.

DÊRIK

Li Dêrikê daxuyanî li pêşiya konê çalakiyê ya ku ji hêla Însiyatîfa Gel ve li pêşiya Dibistana Yûsif El Ezmê ve hatiye vedan, ji aliyê xwendekara bi navê Renda Hacê ve hat xwendin.

AMÛDÊ

Li Amûdê daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan, ji aliyê endamên meclisê bi zimanê kurdî Cîlan Yûsif û bi zimanê erebî ji hêla Ebdulqadir Şêxmûs ve hat xwendin.

TIRBESPIYÊ

Li Tirbespiyê daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan ji hêla xwendekara bi navê Nejbîr Îsmaîl ve hat xwendin.

ÇILAXA

Li Çilaxayê daxuyanî li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîda li Resafê, ji hêla endamên meclisê bi zimanê kurdî Ahîn Şwêş û bi zimanê erebî Ferîda El Seîd ve hat xwendin.

HESEKÊ

Li Hesekê daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan ji hêla endama meclisê Guljîn Ehmê ve hat xwendin.

DIRBÊSIYÊ

Li Dirbêsiyê daxuyanî ji hêla endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, bi zimanê kurdî ji hêla Îbrahîm Hesen û bi zimanê erebî ji aliyê Dîlber Mihemed ve hat xwendin.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

“Di qonaxeke wisa dîrokî û çarenûsî de divê îradeya hevpar a naskirina nasnameyan bibe bingeha pașeroja welat, em wek Meclisa Malbatên Şehîdan bi biryarên Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz re rû bi rû dimînin. Ev biryarên ku dixwazin zimana kurdî di nav sînorên çend saetên sembolîk de bifetisînin, ev gav mîrate û berdewamiya heman hişmendiya tekperest û asîmîlasyonê ne.

Xwîna pîroz a keç û kurên me yên ku li dijî tarîtiyê bedena xwe kir mertal, ne ji bo 3 saetan hat rijandin ku îro ziman û hebûna me bibe mijara tawîz û siyaseta dûrxistinê. Zimanê kurdî ne tenê amûreke ragihandinê ye; ew bingeha hebûna me, nasnameya gelê me û reseniya dîroka me ye.

Li ser vê bingehê, em van xalan destnîşan dikin:

1. Redkirina biryarên şovenîst: Em biryara kêmkirina waneyên zimanê kurdî bi tundî red dikin û vê gava paşverû wek binpêkirineke rasterast a Peymana 29'ê Çileyê û hebûna gelê Kurd dinirxînin.

2. Ferzkirina perwerdeya bi zimanê dayikê: Em daxwaz dikin ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê ji bo hemû lîseyan û astên xwendinê li herêmê, li cem zimanê erebî.

3. Têkbirina siyaseta guherîna demograffk: Her hewldanek ji bo guherandina navên kurdî yên herêman an qutkirina têkiliya zarokên me ji zimanê wan ê dayikê, metirsiyeke mezin e li ser aştiya civakî û biratiya gelan.

Em wek malbatên sehîdan dubare dikin ku zimanê me hebûna me ye, em ê li ser şopa sehîdên xwe bin û lijî di her cure siyaseta înkarê, têkoşîna xwe ya rewa û demokratik heya serkeftinê geş bikin.”

(sb)

ANHA