Meclisa Malbatên Şehîdan êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
18 ÇILE, 2024   13:10
ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê têkildarî êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Daxuyanî li pêşiya navenda Meclisa Malbata Şehîdan a gundê Til Qirahê ji hêla endama meclisê Îbrahîm Genco û ji hêla mamosteya zimanê kurdî Xeyriyê Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên li ser herêmê hatin şermezarkirin û hate destnîşankirin ku êrişên dewleta Tirk berdewama nêzîkatiyên qirkirin, koçberkirin û valakirina herêmê ne û wiha hate gotin: "Em vê bêdengiya navdewletî wek siyaseteke hovane dibînin ku pêwîstî bi hişyariya li ser metirsiyên wê heye. Divê ev êriş bên rewastandin û qada hewayî li hember balafirên bêmirov bê girtin."

Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan bang li rêxistinên mirovî kir ku li hemberî êrişan bê deng nemînin.

ANHA