Mazlûm Ebdî û Fûad Hisên ewlehî û veguhastina çeteyên DAIŞˊê nîqaş kirin

Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî û Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Hisên di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de pêşdeçûnên ewlehiyê li Sûriyeyê, veguhastina çeteyên DAIŞˊê, rewşa jiyanî û îdarî ya Hesekê û herêmên Kurdan nîqaş kirin.

Mazlûm Ebdî û Fûad Hisên ewlehî û veguhastina çeteyên DAIŞˊê nîqaş kirin
15 sibat, 2026   18:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya xebatên Konferansa Ewlehiyê ya bajarê Munîhê yê Almanyayê ya 62ˊemîn de de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Hisên re hevdîtin kir.

Têkildarî vê hevdîtinê malpera Wezareta Derve ya Iraqê daxuyaniyek parve kir û wiha ye:

"Roja yekşemê, (15 Sibat 2026), Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve, birêz Fûad Hisên, di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîdê de, bi Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), birêz Mazlûm Ebdî re civiya. Di hevdîtinê de, pêşketinên ewlehiyê yên dawî li Sûriyeyê hatin nîqaşkirin. Wezîr piştgiriya Iraqê ji bo hewldanên ku armanc dikin bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re lihevkirinekê çêbikin, nîşan da.

Di hevdîtinê de her wiha mijara veguhestina girtiyên rêxistina DAIŞˊê bo Iraqê hate nîqaşkirin, li ser dosyayên girtiyan nêrîn hatin parvekirin. Girîngî ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê, pêşîlêgirtina li her cure aloziyê û parastina aramî û xweragirtinê hate destnîşankirin. Her du aliyan şert û mercên jiyanî û îdarî yên li herêma Cezîra ya Sûriyeyê jî nirxandin."

(fr)