Malbatan ji bo çûna Îmraliyê careke din serlêdan kirin

Malbat û wasîyê Rêber Abdullah Ocalan, bi daxwaza hevdîtinê careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Îmraliyê dan.

Malbatan ji bo çûna Îmraliyê careke din serlêdan kirin
27 îlon, 2024   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN 

Birayê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Îmraliyê dan.

Emîne Konar a xwişka Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim ê birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn a xwişka Veysî Aktaş jî bi daxwaza hevdîtinê serî li dozgeriyê û Midûriyeta Îmraliyê dan.

Ji 25’ê Adara 2021’an ve ye bi tu awayî ji Rêber Abdullah Ocalan agahî nayê wergirtin.