Trump: Negihîştina rêkeftinekê wê ji bo Îranê pir bi êş be

Serokê Amerîkayê gef li Îranê xwar ku eger lihevkirinek li ser bernameya wê ya nûkleerî neyê kirin, wê encamên "pir bi êş" li ser hebin.

Trump: Negihîştina rêkeftinekê wê ji bo Îranê pir bi êş be
12 sibat, 2026   23:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump gef li Îranê xwar, ku eger Îran li ser bernameya xwe ya nûkleerî negihêje rêkeftinekê, wê encamên "pir bi êş" bi xwe re bîne, her wiha hêvî kir ku di meha bê de encamek derkeve holê.

Trump di bersivdana pirseka têkildarî hevdîtinên wî yên li ser vê mijarê de bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re got, "Divê em bigihîjin rêkeftinekê, wekî din wê pir bi êş be..Ez naxwazim ku ev çêbibe, lê divê em bigihîjin rêkeftinekê."

(ac/fr)

ANHA