Li Xezayê 31 hezar û 726 kesan jiyana xwe ji dest da 

Di encama êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de di nava 24 saetên dawî de 81 kes mirine. Li gor Wezareta Tendirustiyê ya Filîstînê hejmara kesên di êrişên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’yan heta niha berdewam dike de gihişt 31 hezar 726 kesan.

Li Xezayê 31 hezar û 726 kesan jiyana xwe ji dest da 
18 adar, 2024   14:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên Îsrailê li dijî Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’yan heta niha bê navber berdewam dike. Wezareta tendirûstiya Filistinê ya li Xezayê derbarê rewşa dawî ya herêmê de daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de li ser êrişên Îsrailê ku ev 164 roje berdewam dike de zanyariyên nû belav kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di nava 24 saetên dawî de di êrişên Îsrailê yên li ser Xezayê de 81 Filistîniyên din jiyana xwe ji dest dane, 116 Filistinî jî birîndar bûne. Hejmara kesên heta niha di êrişan de jiyana xwe ji dest dane bû 31 hezar û 726 kes. Hejmara birîndaran jî bû 73 hezar û 792 kes.

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku dibin xirbeyan û li ser rêyan cenaze hene lê belê ji ber astengiyên Îsrailê tîmên tendirûstiyê û erkdarên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.