Bi boneya Newrozê 2 roj betlane ye

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Newrozê rojên 20 û 21’ê Adarê kirin betlane.

Bi boneya Newrozê 2 roj betlane ye
18 adar, 2024   14:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarnameyek derxist. Di biryarnameyê de hate diyarkirin ku bi boneya Newrozê tevahî saziyên Rêveberiya Xweser rojên 20 û 21’ê Adarê dikin betlane.

Li gorî biryarnameyê, saziyên ku pêwîstiya wan bi karê domdar heye, di biryarnameyê de cih nagirin.

(bb)