Li Xeza û Refehê 11 filistînî hatin kuştin

Di êrişên artêşa Îsraîlê yên li ser Xeza û Refehê de, piranî jin û zarok 11 filistînî hatin kuştin û zêdetirî 30 kes jî birîndar bûn.

Li Xeza û Refehê 11 filistînî hatin kuştin
27 kanûn, 2024   13:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Filistînê  (WAFA) ragihand ku artêşa Îsraîlê li taxa Şucaiye ya li rojhilatê bajarê Xezayê malek bombebaran kir û di encamê de 4 filistînî hatin kuştin.

Ajansê ragihand ku artêşê li herêma Sedra ya Xezayê jî malek bombebaran  kir, di encama vê bombebaranê de zarokekê jiyana xwe ji dest da..

Li gorî heman ajansê di êrişa li taxa Nesirê ya rojhilatê bajarê Refehê yê başûrê Xezayê de jinek filistînî hat kuştin.  Her wiha aşkera kir ku artêşa Îsraîlê li nêzî Mizgefta Îstîcabê y li taxa Sebira a Xezayê jî li malekê da û di encamê de 5 kes hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Li gorî daneyê, hejmara kuştiyên şerê li Xezayê 45 hezar derbas kir û hejmara birîndaran jî bûye nêzî 108.

(bb)